Ji bo girtiyên jin qert hatin şandin
- 17:51 21 Mijdar 2024
- Rojane
RIHA - Platforma Jinan a Rihayê di çarçoveya bernameyên 25’ê Mijdarê de qert ji girtiyên jin re şandin.
Platforma Jinan a Rihayê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijîTundiya li ser Jinan a Navnetweyî ji bo girtiyên jin yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê qert şandin. Li salona konferansa Navenda Mafê Jinan a Baroya Rihayê, bername pêk hat û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel û hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol û gelek endamên pêkhateyên platfromê tevli bûn.
Jinan li ser qertên ku ji girtiyên jin re şandin nivîsên piştevanî û bidawîbûna tundiyê nivîsandin. Bername bi temamkirina qertan ku wê bişînin PTT’ê bidawî bû.