Li Dêrsimê çalakiya nobedê: Êdî bes e!

  • 16:06 22 Mijdar 2024
  • Rojane
 
 
DÊRSIM - Li Dêrsimê li dijî qeyûm nobed hat girtin û peyama "Êdî bes e" hat dayîn.
 
Li Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn û li ser vê yekê çalakî hatibûn destpêkrin. Di roja sêyemîn de çalakvan çûn serdana esnafan û meş li dar xistin. Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Mûrat Çepnî, rêveberên Partiya Wekhvî û Demorkasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Çewligê û gelek welatî ji bo piştevaniyê hatin serdana şaredariyê. Piştî serdanê jî girse çû serdana esnafan. Piştî serdanan, girse ber bi Qada Seyîd Riza ve meşiya û li wir daxuyanî da. 
 
Hevserokê Giştî yê ESP’ê Mûrat Çepnî di daxuyaniyê de cezayê li Hevşaredar Konak û Şaredarê Pulurê Mûstafa Sarigul hatiye birîn weke derbeya li dijî îradeya gel pênase kir. Çepnî, wiha domand: “Îktîdara AKP-MHP’ê hebûna xwe, bi siyaseta zilmê didomîne. Têkoşîna li dijî qeyûman, têkoşîna demokrasiyê ye. Heke em bi ser kevin dê nanê xwe, azadiya xwe, pêşeroja xwe bi dest bixin. Dibe ku bi hêzên ewlekariyê şaredariyên me dagir bikin, dibe ku ceza jî bidin hevşaredarên me lê dê tu caran nekarin îradeya gelê me teslîm bigirin. Em bi lîstikên we dizanin û hûn jî bizanin ku dê berxwedana me bidome û em ê bi ser kevin. Em banga piştevaniyê li gelê xwe dikin.” 
 
Piştî daxuyaniyê, girse tevli nobeta li şaredariyê bû. 
 
'Em dibêjin êdî bes e'
 
Sebahat Tuncel a hatibû Dêrsimê jî got ku daraz ji Dadgehên Îstîklalê heta Dadgehên Cezayên Giran her tim li dijî kurdan û muxalîfan hatiye bikaranîn. Sebahat Tuncel, anî ziman ku cezayê li Cevat Konak hatiye birîn jî di vê çarçoveyê de ye û wiha got: “Ji sala 2015’an heta niha heman siyaset. Em ji bo bibêjin ‘êdî bes e’ hatin vê derê. Dema ew siyasetê dikin li gorî qanûna partiyên siyasî maf e lê dema em dikin qanûna ‘têkoşîna li dijî terorê’ dikeve meriyetê. Mesele ew e ku kurdan weke hemwelatî nabînin. Kurd bi fiîlî ji hemwelatîbûnê derxistine. Niha li dijî kurdan hiqûqeke taybet di meriyetê de ye.” 
 
Tuncel û şandeya pê re li Taxa Siyengê çûn serdana esnafan û banga hestiyariyê kirin.