Der barê tundiya li ser jinan panel

  • 18:39 22 Mijdar 2024
  • Rojane
WAN - Di çarçoveya bernameyên 25’ê Mijdarê de li navçeya Seravê di panela pêk hat de tundiya li ser jinan hat axaftin.
 
Ji aliyê şaredariya Serav a Wanê ve di çarçoveya 25’ê Midjarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî semîner pêk hat.
 
Gelek jin tevli semînera ku li salona şaredariyê pêk hat bûn. Rêveberiya Komeleya Jinan a Star Sevgî Ozdînç, parêzer Hatîce Bagci, civaknas Lutfiye Bedîr û parlamentera DEM Partiyê Gulderen Varli tevli bûn.
 
Hevşaredara Seravê Fîlîz Ozturk axivî û balkişand ser girîngiya hevserokatiyê.Parlamenter Gulderen Varli jî balkişand ser girîngiya 25’ê Mijdarê û got pergalê tundiya li ser jinan zêde kiriye. 
 
Parêzer Hatîce Bagci jî aliyê hiqûqî yê tundiyê vegot.  Sevgî Ozdînç jî daxuyakirin ku tunidya li ser jinan zêde bûye. 
 
Semîner bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ bidawî bû.