Atolyeya xweparastina nêzîk a jinan dest pê kir

  • 15:33 25 Mijdar 2024
  • Rojane
 
AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo jinên ku di nav de dixebitin "Atolyeya Xweparastina Nêzîk" da destpêkirin.
 
Çalakiyên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ve di çarçoveya kampanyaya "Gotina me neqediya, em ê bi hev re tundiyê rawestînin" ku bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê hatiye destpêkirin dewam dikin.
 
"Atolyeya Xweparastina Nêzîk" ku ji bo xebatkarên jin ên li Şaredariya Bajarê Mezin hat avakirin, dest pê kir. 15 kes beşdarî komxebata ku li Navenda Jiyana Jinê ya li Parka Koşuyolu ya navçeya Baglarê hat lidarxistin bûn.
 
Di komxebata du mehan de dê jin fêrî teknîkên çawaniya parastina xwe li hember êrîşan bibin. Di cîhana îroyîn de ku tundî her diçe zêde dibe, tê xwestin ku jin li hemberî êrîşên muhtemel ên di jiyana xwe ya rojane de ewlehiya xwe bi xwe biparêzin.