IFJ: Rojnamegerên girtî berdin

  • 13:24 24 Kanûn 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - IFJ'ê xwest 7 rojnamegerên ku ji ber bîranîna hevrêyên xwe yên hatin qetilkirin hatin girtin, bên berdan.
 
Rojnameger Gulistan Dursun, Hayrî Tunç, Enes Sezgîn, Osman Akîn, Can Papila, Pinar Gayip û Serpîl Unal di 21’ê Kanûnê de li Stenbolê ji bo rojnameger Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ji aliyê Balafirên Bêmirov ên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, li dar xistin. Federasyona Rojnamegerên Navneteweyî (IFJ) di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de xwest 7 rojnameger bên berdan.
 
IFJ, di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de bang li rayedaran dikin ku demildest rojnamegeran berdin.