Rojnameger Oznur Deger serlêdana sûc kir
- 17:41 24 Kanûn 2024
- Rojane
MÊRDÎN - Nûçegîhana me Oznur Deger ku bi gotinên zayendperest yên polîsna re hat rû hev û ji ser hesabê çapemeniya civakî hat tehdîdkirin, serlêdana sûc kir.
Nûçegîhana me Oznur Deger ku di 22’ê Kanûnê de li Mîdyayê mala şînê ya ji bo Cîhan Bîlgîn hatibû avkairin ziyaret kir û meşa jinan şopand, bi gotinên zayendperest yên polîsan re hat rû hev û piştre jî ji ser hesabê çapemeniya civakî hat tehdîdkirin, hedef hat girtin. Oznur Deger ligel endamên Komîsyona Jinan a Şaxa OHD’a Mêrdînê, li Edliyeya Mêrdînê serlêdana sûc kir.