Li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê nobet 13 roj in didome
- 15:39 25 Kanûn 2024
- Rojane
MÊRDÎN - Êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê hat şermezarkirin. Di çalakiya nobetê ya li ser sînorê Qamişloyê de wiha hat gotin: "Çi dibe bila be dê dawî muhteşem be.”
Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter a SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê hatiye destpêkirin di roja 13’yan de didome. Nobet bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) tê meşandin.
Welatiyên di saetên zû yên serê sibehê de beşdarî nobetê bûn, pêşmalkên “Bijî berxwedana Rojava”, “Rojava rûmeta me ye” û “Na ji şer re” li xwe kirin. Beşdaran dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava" û "Rojava rûmeta me ye” berz kirin. Ji Êlihê jî gelek kes tev li çalakya îro bûn.
Bedevkê Meclisa Şaredariya Êlihê yê DEM Partiyî Beşîr Bîlîr berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê silav kir. Beşîr Bîlîr, wiha got: “Gelê Kurd ji bo azadiya xwe têdikoşe. Lê guh nadin van daxwazên azadî û aştiyê û êrişan dikin. Dewletên dagirker îro nahêla gelên Rojava bi hev re bijîn. Gelê Rojava jî li dijî vê têdikoşe û dê têbikoşe. Kurd jî dixwazin li ser xaka xwe mîna hemû gelên cîhanê bijîn. Ji bilî têkoşînê tu rêyên wan ên cuda nînin. Ev têkoşîn dê bidome û em ê li ber xwe bidin. Çi dibe bila bibe dê dawî muhteşem be.”
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin jî nêzikatiya Tirkiyeyê weke “nêzikatiya dagirkeriyê” nirxand û ev tişt anî ziman: “Gelê me yê li ber xwe dide dê nehêle hûn wê derê dagir bikin. Tiştekî din jî ji bîr dikin. Ew jî îrade ye. Gelên dixwazin li wir xwe bi xwe birêve bibin hene. Kesek nikare mudaxileyî vê îradeyê bike.”
Herî dawî jî Bêrîtan Guneş Altin Cejna Noelê ya civaka Xiristiyan pîroz kir û hêvî kir bibe wesîleya aştiyê.