Li Colemêrgê li dijî êrişan meş
- 20:58 2 Çile 2025
- Rojane
COLEMÊRG - Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Şemzînanê bi meşekê hate protestokirin.
Rêxistina Navçeya Şemzînanê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) êrîşên Tirkiyê û koma paramîlîter a ku piştgiriya wê dike SMO ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir.
Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznûr Bartîn, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl beşdarî meşa li navçeya Şemzînan a Colemêrgê bûn û li navenda sûkê dewam kir. Di meşê de ku pankarta bi kurdî "Rojava rûmeta me ye" hate vekirin de girseya gel gelek caran bê navber dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Jin jiyan azadî", "Bijî berxwedana gelê Kurd" û "Gelê Kurd dimeşe erd û esman diheje” berz kirin.
Bang li gelê Tirkiyeyê hat kirin
Piştî meşê girse hat ber avahiya rêxistina navçeyê û li wir daxuyaniya çapemeniyê da. Hevserokê Navçeya Şemzînanê yê DEM Partiyê Agît Tekîn ku daxuyanî da wiha got: “Ji bo têkbirina destkeftî û statûya Kurdan a li Rojava hûn bi çeteyên kirêt ên weke SMO ku ne xwedî exlaq û nirx in re hevkariyê dikin. Hûn her cure pêkhateyên Kurdan ên li Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê weke xetere nîşan didin. Em ji vir bang li gelên Tirkiyeyê dikin. Kurdên li Sûriyeyê dijîn ji bo Tirkiyeyê ne metirsî ne. Heta îro ji herêmên di bin desthilatdariya Kurdan de li Sûriyê kevirek jî ber bi Tirkiyê ve nehatiye avêtin. Di rastiyê de gelên Rojava û Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her tim peyamên dostanî û hevkariyê didin Tirkiyeyê."
Agît Tekîn bang li gelên Tirkiyeyê û hêzên siyasî kir ku "destê dostanî û hevkariyê" dirêj bikin û wiha got: "Ziman, çand, nasname û statuya siyasî ya Kurdan zirarê nade kesî. Berovajî wê têkiliyên baş ên ku bên avakirin dê bi kêrî gelê Tirkiyeyê jî were.”
Daxuyanî bi dirûşme û tilîliyan bi dawî bû.