5 sal in ji Gulistan Doku agahî nayê girtin

  • 09:02 5 Çile 2025
  • Rojane
 
 
Şehrîban Aslan
 
AMED - Der barê Gulîstan Doku ya ku 5 sale windaye dozgeriyê ne lêpirsînek bi bandor meşand ne jî dewlet bi ser mijarê de çû. Der barê aqûbeta Gulîstan Doku de tu tiştek nehat kirin û berovajî vê hewl hat dayîn ser bûyerê bê girtin.
  
Xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku 5’ê Çileya 2020’î de li Dêrsimê bi guman winda bû. Tevî 5 sal derbas bûn der barê Gulîstan Doku de tu pêşketinek çênebû. Li ser îxbara malbatê xebat hatin destpêkirin, di encama xebatan de telefona Gulîstan Doku li ser Viyaduka Sarisaltuk a Gola Bendava Uzunçayir sînyal da.  Îhtîmala ku Gulîstan di avê de ye li ber çavan hat girtin û li Çemê Munzurê xebat hatin destpêkirin, lê tu şopek nehat dîtin. Tevî hewlanên malbat û parêzeran der barê Gulîstan Doku de xebateke li bejahî nehat meşandin û rayedarên dewletê bi sirar diyar kirin ku di avê de ye, lêpirsîn bi bandor nehat meşandin. 
 
Lêpirsîn bi bandor nehat meşandin
 
Gumanbarê sereke Zaînal Abarakov û bave wî yê polîs Engîn Yucel qet nehatin binçavikirin û der barê wan de lêpirsînek nehat destpêkirin. Di texaba 2022’an de ji aliyê serdozgeriya Komarê ya Tunceliyê ve der barê Gulîstan Doku de lêpirsîn hat destpêkirin lê ji bo dîtina wê tu pêşketin çênebûn.
 
Ji tu derê encam nehat girtin
 
Malbata Gulîstanê ji tu derê encam negirt di Çileya 2022’an de li ber edliyaya Tunceliyê dest bi çalakiya runiştinê kir. Partiyên siyasî, rêxistinên jinan û civaka sivîl piştgirî dan malbatê. Malbatê ku ji vir encamnegirt ji wezareta dadê daxwaza hevdîtinê kir. Randeviya Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag  hat xwestin bi hinceta ‘ne musaîte’ hat redkirin. Li ser vê malbatê dest bi çalakiya runiştinê kir û polîsan êrîş kir. Malbat ji erdê ve hat kaşkirin û hatin binçavkirin. Piştre malbat ji bo dengê xwe bide bihistin çû meclîsê û ji bo aqûbeta Gulîstan Doku bê lêkolînkirin pêşnûmeyek da. Pêşnûme di 23’ê Sibatê de ji aliyê AKP’ê ve hat redkirin. 
 
Derket holê ku îmze navêtiye
 
Zaînal Abarakov jî 17’ê Adara 2022’an de hat binçavkirin û tevî îfadeyên bi nakok  bi şerta kontrola edlî hat berdan. Derket holê ku Zaînal Abarakov 6 mehan îmze navêtiye.
 
‘Hezar û 402 roje agahî ji Gulîstanê tuneye’ 
 
Xwişka Gulîstan doku, Aygul Doku ku 6’ê mijdarê de çû Dêrsîmê û hevdîtinên wê yên bi waliyê nû Bulet Tekbiyikre bê encam man daxuyaniyek li ser çapemeniya dijîtal da û got Gulîstan hezar û 402 roje winda ye.
 
Dosya wê ji nû ve bê lêkolînkirin
 
Aygul Doku di 9’ê mijdarê de bi walî Bulent Tekbiyikoglu û midûriyetê emniyetê Hakan Yilmaz re li avahiya walitiyê hevdîtin kir. Piştî hevdîtinên Gulîsan Doku da zanîn ku wê dosya ji nûve bê lêkolînkiri û got ev gav ji bo wan hêviyeke.
 
Wesayîta bavê gumanbar Zaînal Abarakov ku Gulîsan bi zorê lê hatibû siwarkirin, derket holê ku roja lêpirsîn hatiye vekirin derxistine derveyê bajar.
 
Em heta dawî li pey dozê ne
 
Parêzerê Gulîsan Doku Alî Çîmen jî di nirxandina ku ji ajansa me re kir de  zanîn ku ji serî de lêpirsîneke bi bandor nehatiye meşandin û wê heta dawî li pey dozê bin.