Çîrok cuda daxwaz hevpar in

  • 09:05 5 Çile 2025
  • Rojane
Oznur Deger
 
MÊRDÎN - Çalakiya nobetê ya li sînorê Nisêbîn-Qamişloyê 24 roj in didome. Jinên tevli çalakiyê dibin daxwaza wan azadiya Rojava ye. Jinên ku derdên wan cuda bin jî daxwaza wan yek in.
 
Çalakiya nobetê ya li sînorê Nisêbîn-Qamişlo û Pirsûs-Kobanê bi hefteyane didome. Li her du  xetên sînor ji bo bibin dengê Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji bo êrîşên Tirkiye û SMO'yê bên rawestandin bi rojane nobet didome.
 
Daxwaz hevpar e
 
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê çalakiyê ya li sînorê Qamişloyê hat destpêkirin di roja 24’an de ye. Her kes tevli çalakiyê dibin û her çiqas çîroka wan cuda be daxwaza wan hevpar e. Daxwaza hemûyan aştî ye. Hinekan têkoşîna zarokên xwe yên jiyana xwe ji dest dane dewr girtine hinek ji bo azadiya zarokên xwe yên di girtîgehan de hinek li dijî êrîşan têkoşîna xwe didomînin. Sedemên wan dişibin hev lê çîrokên wan cuda ne, ji bo aştî û bidawîbûna şer di nobetê de ne. 
 
Yek ji van Zahîde Batu ya 53 salî ya di bi hefteyan e di nobetê de cih digire. Kurê wê Hogir Batu 9 sal in girtiye û cezayê muebetê lê hatiye birîn. Hogir Batu tevî pirsgirêkên tenduristiyê dijî di hucreyê de tê girtin. Zahîde Batu ji bo kurê xwe û hemû girtiyan di nobetê de cih digire û daxwaza aştiyê dike.
 
‘Em ji bo aştiyê li vir in’
 
Zahîde Batu wiha got: “Em ji bo aştiyê li vir in. Em Kurd û Tirk wek hev in. Em ligel hev dijîn. Em di bin sîwaneyekê de ne. Bila aştî pêk bê. Bila şer bidawî be. Kurê min Hogir girtiye û 5 sal in tenê di hucreyê de tê girtin. Tiştek nekir kurê min. Li Nisêbînê hat girtin û muebeta giran lê birîn. Bila xwedê mafê me ji wan re nehêle. Ya tê kirin zilm e. Kurê min nexweş e ji me dûr e. Surgun dikin. Em nikarin biçin hevdîtinê. Divê derî vebibin û çareserî pêk bê.”
 
‘Bila Rojava azad be’
 
Zahîde Batu balkişand ser sînorê navbera Nisêbîn û Qamişloyê û got: “Xizmên me hemû li wir in. Di cejnê de deriyên sînor vedibûn. Me cejna hev pîroz dikir. Lê êdî em hev nabînin. Sînor kirin navbera me. Em dixwazin azad bin. Em aştiyê dixwazin. Bila girtî bên berdan. Bila kes nemire, em di aştiyê de bijîn. Bila Rojava azad bibe.”