‘Ji bo vakirina Sûriyeyeke demokrat û azad têkoşîn didomeˊ

  • 18:18 7 Çile 2025
  • Rojane

 

NAVENDA NÛÇEYAN - Kesên tevli Komxebata Şêwirmendiyê ya Jinan bûn teqezî bi rola jinan di şoreşa Sûriyeyê û têkoşîna bênavber a li dijî hewldanên dûrxistina wan kir û bal kişand ser girîngiya beşdariya jinan di tevahî aliyên siyasî û civakî de.
 
Komxebata Şêwirmendiyê ya Jinan a ku Kongra Star li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê bi diruşma "Bi hevgirtina jinan em ê Sûriyeyeke demokratîk ava bikin" didome. Di komxebatê de nêzî 500 delgeyên jin ên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn. Ew delege ji pêkhateyên Sûryan, Kurd, Ereb, Elewî û Ermenî ne. Her wiha gelek jinên ji derveyî Sûriyeyê, Heleb, Hums, Sahil, Siwêda û Şam ji ber nikarî bûn hazir bibin bi rêya zoomê tevlî komxebatê bûn û nêrîna xwe der barê pêşeroja jin di Sûriyeya nû de dan.
 
‘Jin di avakirina Sûriyeyê de şirîkê bingehîn e’
 
Li ser navê Yekitiya Jinên Ermenî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Anahît Qisêban got: "Hilweşîna rejîma Baasˋê û serekên wê ku welat ber bi tundî û wêraniyê ve birine ji bo dîroka Sûriyeyê destpêka pêvajoyeke nû ye. Em îro bang dikin ku ev pêvajo xwe bispêre bingeha edalet û wekheviyê ji bo tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê. Jinûve çêkirina desthilateke nû xiyaneta li pransîbên şoreşê û xwîna şehîdan e. Têkoşîna me ne tenê ji bo guhartina rejîmê bi yeke din e, lê belê ji bo avakirina dewleteke demokratîk bû ku rêzê ji mafên tevahî pêkhateyan re bigire bû."
 
‘Têkoşîna ji bo avakirina Sûriyeyek demokratîk didome’
 
Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Leyla Qereman bal kişand ser rola ku jina Sûriyeyê di pêvajoya têkoşîna siyasî ya ji destpêka şoreşa Sûriyeyê de lîstiye û got: "Doza jinan di şoreşa Sûriyeyê de êdî bûye mijareke bingehîn û di pêvajoya têkoşînê de gavên girîng avêtin û bi wê re destkeftiyên hiqûqî, qanûnî û siyasî bi dest xistin. Me di tevahî aliyên jiyanê de astên pir mezin bi dest xistin û me di civakê de roleke mezin ji bo nêrîna li ser jinê lîst.Veguhastina siyasî li gorî biryara 2254ˋan rêya ber bi avakirina Sûriyeya demokratîk ve ye. Em amade ne bi tevahî aliyên nîştimanî, erebî û navneteweyî re ji bo pêkanîna van hêviyan bixebitin."
 
Hûnermend Mizgîn Tahir: Em yek dengin
 
Hunermend Mizgîn Tahîr bal kişand ser yekitiya jinên Sûriyeyî li hember zulm û zordariyê û got: "Em yek deng in û ji bo parastina mafên me xwîna me tevlihev bû û got: "Em ji kesekî natirsin, ji ber ku em beşek ji dîroka demdirêj a têkoşîna bênavber in. Em ji bo pêşerojeke geş yekgirtî ne."
 
Endama Koordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbiya Şehrezad El Casim diyar kir ku jina Sûriyeyê beşeke bingehîn a avakirina pêşeroja Sûriyeyê ye û got: "Çi pergalek mafên jinan nas neke di avakirina Sûriya pêşerojê de bi ser nakeve. Em hewldanên dûrxistin an jî paşguhkirina xwe red dikin û ji bo mafên xwe di têkoşînê de bi îsrar in."
 
‘Model dikare li tevahiya Sûriyeyê pêk bê’
 
Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsiv diyar kir ku modela Rêveberiya Xweser a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikare li tevahî Sûriyeyê jî bikeve pratîkê û got: "Me karî mafên xwe bi saya modela Rêveberiya Xweser ku êdî dikare ji bo tevahî Sûriyeyê bibe modelek, pêk bianya. Ne pêkan e demokrasî û azadî di çerçoveya herêmên diyar de bimîne, ji wê zêdetir dikare bibe giştî."
 
Rêvebera Yekitiya Jinên Êzidiyên Rojava (Y.J.Ê.R) Sûad Şemo der barê metirsiyên li ser kêmneteweyên li Sûriyeyê piştî hilweşîna rejîmê de got: "Em li ser kêmneteweyên li Sûriyeyê metirsîdar in, bi taybet digel gefên zêde yên komên cîhadîst de. Pêdiviya vê pêvajoyê hişyarî û hevgirtineke mezin divê, bi taybet têkildarî mafên jinan di xebatê û beşdariya wê di sazkirina destûrê de."
 
‘Divê mafê jinan bê naskirin’
 
Endama Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Omer bang li jinên Sûriyeyê kir ku yekitiya xwe ava bikin û ji bo parastina destkeftiyan bi awayekî hevbeş bixebitin.
 
Emîne wiha domand: "Ji tiştên destpêkê yên vê pêvajoyê nivîsandina destûreke nû ya Sûriyeyê ku mafên jinan ên siyasî, aborî û civakî nas bike, ye."