Bertekên li dijî êrişên li ser Bendava Tîşrînê: Em ê bi berxwedêran re bin
- 10:05 10 Çile 2025
- Rojane
Mîdye Miqted
HELEB - Endamên TEV-DEM'ê yên Helebê Leyla Xalid û Ferîde Osman hedefgirtina konvoya gel a ku berê xwe dabû Bendava Tişrînê şermezar kirin û gotin: "Her çiqas dewleta Tirk bi balafirên xwe êrişî li me bike wê nikaribe dawî li berxwedana me bîne. Em di berxwedaniyê de bi îsrar in."
Berxwedana Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li derdora Bendava Tişrînê didome, ku artêşa Tirk bi balafirên şer û balafirên keşfê bi dijwarî bendav û derdora wê û bi topên hawanan topbaran kir. Di vê çarçoveyê de bi hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daketin qadan û beşdarî çalakiya li bendava Tişrîn a gundewarên Kantona Minbicê bûn û êrişên dewleta Tirk ên li ser bendavê şermezar kirin.
Xwepêşanderan piştgiriya xwe ji bo hêzên Sûriyeya Demokratîk nîşan dan û hişyarî dan li ser metirsiya rûxandina bendava Tişrînê di encama êrişên hewayî yên dijwar ên dewleta Tirk de. Di dema ku konvona sivîlan ber bi bendava Tişrînê ve diçû, ji aliyê balafirên Tirkiyê ve hedef hatin girtin. Di encamê de 5 sivîl hatin qetilkirin û 15 sivîl jî birîndar bûn.
Têkildarê vê mijarê endamên TEV-DEM'ê yên Helebê Leyla Xalid û Ferîde Osman ji ajansa me JINNEWS'ê re axivîn.
'Berxwedan mezintir dibe'
Leyla Xalid berteka xwe li ber hemberî êrişan anî ziman û got: "Ew demek ku êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser bendava Tişrîn bi dijwarî berdewam kirin. Lê tevî ku ewqas bi dijwarî û hovîtî êrişê tê kirin lê hêjayî bi bîr xistinê ye ku li ber hemberî wan êrişan berxwedaneke bê navber tê meşandin hem ji aliyê gel ve hem jî ji aliyê şervanên QSD`ê ve mixabin her ku berxwedaniya şervana mezintir dibe ewqas jî êrişên dewleta Tirk a dagirker girantir dibe."
'Bi êrişan hewil dide ewlehiya gel bixe bin gefan'
Di berdewamiya axaftina xwe de Leyla Xalid ev tişt anî ziman: "Îro av û ceyrana welatiyên Bakur Rojhilata Sûrî ji Bendava Tişrîn têwer girtin û ji bo gel weke çavkaniya jiyanê ye lewam dema ku dewleta Tirk van êrişan bi hovîtî dide berdewam kirin hewild dide ewlehiya herêmê bixwe bin gef û metirsiyê ne tenê ya herêmê lê belê ya tevahî Sûriye yê."
Konvoya gel hat hedef girtin
Têkildarî pişgiriya gel ji berxwedana şervanên ku ji bo pêkanîna ewlehiyê li ber xwe didin Leyla Xalid wiha axaftina xwe berdewam kir: "Li bendava Tişrîn berxwedaniyeke bê navber ji aliyê şervanan ve tê kirin. Lê îro ev şervan bi tenê nemane, gelên Bakur Rojhilata Sûrî berê xwe dan bendavê. Hem ji bo ku pişgiriya berxwedana şervana bikin û hem jî ji bo bendek li pêşberî ji van êrîşan deynin. Lê belê dewleta faşist a Tirk carek din qirêjiya xwe nîşan da. Konvoya gel yên ku berê xwe da bûn bendavê bi balafirên bê mirov kir hedef. Di encamê de 15 sivîl birîndar bûn û 5 sivîl gihaştin asta şehadetê. Lê belê ji bajarê Helebê em dengê xwe bilind dikin û dibêjin ku welatiyên Bakur Rojhilata Sûrî ne bi tenê ne û em piştewaniya wan dikin."
'Em di berxwedanê de bi israr in'
Leyla Xalid wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev ne cara yekem ku konvoya gel tê hedef girtin lê belê beriya 8 salan dema ku gelên Helebê berê xwe dan bajarê Efrînê ji bo ku bibin palbişt ji gelê Efrînê re dîsa konvoya gel hat hedef girtin. Di encamê de birîndar û şehîd jî çê bûn. Her çiqas dewleta Tirk bi balafirên xwe êrişî me bike wê nikaribe dawî li berxwedana me bîne berovajî wê em hîna bêhtir di berxwedaniyê de bi îsrar dibin."
'Em li ser vê erdnegariyê xwedî li maf in'
Ferîde Osman jî di axaftina xwe de wiha bal kişand ser êrişan: "Êrişên dewleta Tirk li ser bendava Tişrîn her berdewam dike welatiyên sivîl yên Bakur Rojhilata Sûrî ji bo piştgiriya şervanên xwe bikin berê xwe dan bendava Tişrîn lê belê dewleta Tirk a mîtinger bi hovîtî êrişî konvoya gel kir û di encamê de komkujî derheqê gelê me de pêk anî em van êrişan bi tundî şermezar dikin em xwedî maf in li ser vê erdnîgariyê."
'Em berxwedan gel û şervanan silav dikin'
Di dawiya axaftina xwe de Ferîde Osman silav û hezkirinê xwe ji berxwedêr û gelên ku niha li bendava Tişrîn dimînin re şand û diyar kir ku dê her tim piştewaniya berxwedêran bikin.