1'emîn Konferansa Yekitiya Jinên Ciwan ya Şengalê dest pê kir

  • 13:22 10 Çile 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - 1'emîn Konferansa Yekîtiya Jinên Ciwan a Şengalê bi dirûşmeya "Bi jin jiyan azadî em ê axa xwe biparêzin Rêber Apo azad bikin" bi beşdarbûna 70 delegeyan li Xanesor ya Şengalê dest pê kir.
 
Yekemîn Konferansa Yekîtiya Jinên Ciwan a Şengalê li meclisa Gel ya Xanesor a Şengalê bi dirûşmeya "Bi jin jiyan azadî emê axa xwe biparêzin Rêber Apo azad bikin" bi beşdarbûna 70 delegeyî ji ciwanên ereb û êzidiyan di saet 10:00’an de dest pê kir. Konferansê bi deqiqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên têkoşîna azadiyê dest pê kir. 
 
Piştre ji bo dîwanê berdevka Komîteya Dîplomasiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sûham Şingalî, berdevka TAJÊ  Avesta Ezda û berdevka Tevgera Azadiya Ciwanên Êzidxanê Sara Botan hatin hilbijartin.
 
Di konferansê de peyamên Jinên Ciwan ên BakUr û Rojhilatê Sûriyê, Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûr, YJŞ’ê wê bêne xwendin. Di heman demê de sînevîzyonek ku ji perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye berhev kirin hat temaşe û guhdar kirin. Di heman demê de rapora kar û xebatê du salan yên jinên ciwan wê bê xwendin. Di salona konferansê de posterên Abdullah Ocalan û Jinên pêşeng yên weke Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan, Sara û Rûken, yên di rêya têkoşîna azadiyê de canê xwe bexş kirine hatiye xemilandin.
 
Axaftina vekirina konferansê ji aliyê Hevseroka Rêveberiya Xweser a Şengalê Rîham Hesen ve hat kirin.
 
Rîham Hesen konferansê di serî de li Abdullah Ocalan hemû şehîdên azadiyê û şervanên azadiyê pîroz kir, silavên xwe ji Abdullah Ocalan re şand û ev tişt got: “Em di şexsê heval Sara, Rojbîn, Ronahî de konferansê li hemû şehîdan pîroz dikin. Em konferansa ciwanên ereb û êzidî gelek pîroz dibînin ku di demeke gelek girîng de pêk tê. Dijmin di şexsê ciwanan de dixwazin civakê tune bikin. Hêviya me ji ciwan û konferansê gelek xurte ku dê ji hemû êrîş û polîtîkayên qirêj re bibin bersivek xurt. Yê ku divê şerê de pêşengtî ji şerê azadiyê û civakê re bike ciwan û jinin. Rolê mezin dikeve ser milê û ciwanan. Wekî ku me di destpêkê de jî gotibûn hêviya me ji ciwan û konferansê gelek xurte ku dê ji pêvajoyê re bibin bersivek xurt. Her wiha emê li dijî polîtîkayên qirêj ên dijmin ku dixwaze di navbera civaka ereb û êzidiyan de têbikoşin û hevgirtina gelan xurtir bikin.”
 
Piştî axaftina vekirinê sînevîzyona ku ji dahûrandinên Abdullah Ocalan hatibû amadekirin, hat temaşekirin û guhdarkirin.
 
Konferans bi axaftinan didome.
 

Etîketan:

jinnews Rojava