Jinên Ciwan ên Şengalê: Ji bo azadiyê têkoşînê mezin bikin
- 11:03 11 Çile 2025
- Rojane
ŞENGAL - YJCŞ bi dirûşma “Bi jin jiyan azadî em ê axa xwe biparêzin Rêber Apo azad bikin” duh konferans li dar xist. Jinên ku tevli konferansê bûn diyar kirin ku ew ê bi ruhê têkoşîna Rêber Apo sala 2025'an bikin sala têkoşînê û bang li hemû jinan kirin ku ji bo azadiya xwe têkoşînê mezin bikin.
Yekîtiya jinên Ciwan ên Şingalê (YJCŞ) 1'emîn Konfiransa xwe doh bi dirûşma “Bi jin jiyan azadî em ê axa xwe biparêzin Rêber Apo azad bikin” li dar xist. Konferansa ku bi tevlibûna gelek jinên ji pêkhateyên cuda û jinên kurd ên Êzidî hat destpêkirin li Xanesora Şengalê ji serê sibehê ve hata set 17.00'ê êvarî dewam kir. Nêzî 70 delegeyên ji pêkhateyên Ereb û Êzidî tevli konferansê bûn. Konferans ji serê sibehê heta êvarê berdewam kir û piştre bi daxuyaniyekê bi dawî bû.
Jinên ku tevli konferansê bûn ji ajansa me re nirxandin kirin.
Jinên ku tevli konferansê bûn
Berdevka Yekitiya Jinên Ciwan a Êzidxanê Sara Botan ku li ser armanca konfiransê ji ajansa me re nirxandin kir wiha got: “Di serî de em vê konferansê diyarî Rêber Apo û hemû şehîdan dikin. Di demeke ku bi giştî êrîş li ser Rojhilata Navîn têne kirin, li ser Şingal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî êrîş hene. Lidarxistina konferanseke bi vî rengî peyamek pir mezin û giring e. Bi vî rihî em gav davêjin ji bo ku em pirsgirêkên ku jin bê re rûbirû çareser bikin û ji holê rakin. Êrîşên ku di salên derbasbuyî de jinên ciwan bi wan re rûbirû man em weke jinên ciwan jêre nebûn bersiv. Lê em ê ji niha û şûnde bi gavên bihêz bibin bersivek û bi riya vê konfiransê em ê xeta çareseriyê bilind bikin.”
‘Bi heyecana silavên ji Imraliyê me konfirans li darxist’
Sara Botan bal kişand ser berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Li rojavayê kurdistanê şerekî giran heye, gelê me yê Efrînê koçberiya duyem jiya û dîsa yên ku herî zêde ji vê bi nandor bûn jin bûn. Gel ji bo parastina axa xwe berê xwe da bendava Tişrînê û li wir hatin hedef girtin û kesên jiyana xwe ji dest dan hene. Em nikarin rewşa xwe ji ya rojava cûda bigrin dest. Rewşa ku li Rojava tê jiyîn bandorek mezin li ser Şingal jî dike. Bê guman rewşa me û ya Rojava û giştî rojeva heyî bi rewşa Rêber Apo ve girêdayî ye. Rastiyek xwe heye ku me ji rêber Apo agahî girt û bi wê heyecan û moralê me konfiransa xwe li dar xist. Silavên Rêber Apo gihiştin me û bi wî rihî me konfiransa xwe li dar xist. Di heman demê de silavên ku jinên ciwan ji Rojavayê Kurdistanê ji bo me şandin ji bo me cihê kêfxweşî û serbilindiyê bû, ji ber ku niha şerekî gerim li wir heye, di nava wî şerî de peyamên wan ji bo me hêzek mezin bûn.”
‘Emê îsal bikin sala azadiyê’
Sara Botan di dawiyê de konfirans li hemû jinan pîroz kir û wiha got: “Bi heyecan û bi biryara ku em ê sala 2025’an bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û azadiya hemû jinên ku di destê DAIŞ de dîl hatine girtin. Di heman demê de em vê konfiransê diyarî wan dikin û em soz didin ku em ê bi riya rêxistinbûna xwe, perwerde û hêza xwe em ê tola wan hilînin. Dîsa em konfiransa xwe li jinên Ereb û Êzidî û hemû pêkhateyên ku di Şengalê de dijîn û li YPJ’ê pîroz dikin.”
‘Emê rêxistinkirina jinan berfireh bikin’
Endama Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şingalê Vejîn Argeş jî ji me re axivî û da zanîn ku ew hêvî dikin konferansa wan bibe wesîleya yekîtiya hemû jinan û wiha got: “Di serî de em şehîdên Komkujiya Parîsê û hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Konfiransa me ya yekemîn e ku me li da rxistiye, yekem armanca me ew e ku encamekê bi hêz bidest bixînin. Îro em jinên Ereb û Êzidî bi hevre pirsgirêkên xwe û civaka xwe dinirxînin da ku em mafê xwe yê rewa bi dest bixînin û hemû pirsgirêkên heyî çareser bikin. Di heman demê de yek ji armancên me ew e ku di salên pêşiya me de em hemû jinan li dora rêxistina xwe kom bikin û bi fikrekE azad birêxistin bikin. Banga me ji hemû jina re ew e ku ji bo azadiya xwe tekoşînê mezin bikin û koletî û bindestiyê qebûl nekin.”