Dayikên Aştiyê: Destên xwe bidin destê Abdullah Ocalan
- 14:24 11 Çile 2025
- Rojane
WAN - Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê têkildarî êrişên li ser Rojavayê û pêvajoya heyî daxûyanî dan û gotin: “Em van êrişan qebûl nakin û heya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe civak jî azad nabe. Bila ji bo aştiyêke bi rûmet destên xwe bidin destên Abdullah Ocalan.”
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê têkildarî êrişên li ser rojavayê Kurdistanê û pêvajoya heyî li ber avahiya rêxistina DEM Partiyê ya Wanê daxûyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Aştî mafê gelê Kurd e. Statuyeke mayînde mafê gelê Kurd e. Wekhevî mafê gelê Kurd e” hat vekirin û dirûşma “Em şer naxwazin, aştiyê dixwazin” berz kirin.
Pêşî endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê Perîşan Aslan axivî û diyar kir ku Dayikên Aştiyê êdî şer naxwazin û aştiyê dixwazin û got: “Em dibêjin bila aştî bê, lê dewleta tirk dîsa êrişî Rojava dike. Û di şer de israr dike. Em welatekî bê top û teyare dixwazin.”
Du re jî Dayika Aştiyê Zekiye Kaya da zanîn ku şerekî qirêj tê meşandin û wiha got: “Em çiqas destên xwe dirêjî aştiyê dikin lê dewleta Tirk dîsa polîtîkayên qirkirinê û talankirinê pêk tîne û didomîne. Em van êrişan qebûl nakin û heya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe civak jî azad nabe. Bila ji bo aştiyêke bi rûmet destên xwe bidin destên Abdullah Ocalan.”