DEM Parti: Qeyûm înkarkirina vîna gel e

  • 11:53 13 Çile 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tûlay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan diyar kirin ku qeyûmê tayînî Şaredariya Akdenîzê hatiye kirin "darbe" ye û gotin, "Qeyûm înkarkirina vîna gel e."
 
Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan bertek nîşanî biryar tayînkirina qeyûm a Şaredariya Akdenîzê dan. 
 
Tûlay Hatimogullari li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev tişt parve kir: "Hikûmetê bi desteka darazê ya di bin emrê xwe de careke din li dijî vîna gel darbe pêk anî. Hevşaredarên me yên Şaredariya Akdenîzê Nuriye Arslan, Hoşyar Sariyildiz û Endamên meclîsa me hatin girtin û li şûna wan qeyûm hatin tayînkirin. Aştî ne bi qeyûman, bi demokrasî û azadiyê pêk tê. Em vê desteserkirina îradeyê qebûl nakin û hewl didin hêviya aştiyê bilind bikin. Dê qeyûm biçin û em ê bimînin."
 
Ev qirkirina siyasî ye'
 
Tuncer Bakirhan jî berteka xwe wiha anî ziman: "Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de Hevşaredarên me û endamên meclîsê yên me yên şaredariyê dîl hatin girtin. Ji bo şaredariya me ya ku bi vîna gelên Behra Spî hatiye hilbijartin qeyûm hat tayînkirin. Tayînkirina qeyûman ji bo şaredariya me ya Akdenizê, li dijî hêviya gelan a bi hev re jiyankirinê, darbeyeke eşkere ye." 
 
 

Etîketan:

qeyum jinnews