Navên 2 kesên li Tişrînê hatin qetilkirin hat eşkerekirin
- 14:44 22 Çile 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Cizîrê navên 2 kesên ku duh di êrişa li ser Bendava Tişrînê de hatin qetilkirin hat eşkere kirin.
Duh balafirên dewleta Tirk êrişî nobedarên li Bendava Tişrînê kir û di encamê de 2 kes hatin qetilkirin û 21 kes jî birîndar bûn. Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Cizîrê navên her du kesên hatin qetilkirin eşkere kir.
Navên kesên ku hatin qetilkirin wiha ne: Hezna Ebdê (Endama Hêzên Parastina Civakê-Jin) û Mihyedîn Hisên Umer (Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk).
Her du kes roja 21`ê Kanûnê ji bo erka nobedariyê bi karwanekî şêniyan re çûbûn Bendava Tişrînê.