Polîtîkayên dijhiqûqî yên qeyûm di dewrê de ne

  • 09:03 25 Çile 2025
  • Rojane
  
 
Pelşîn Çetînkaya
 
MERSÎN - Zeyît Şenel ku wek qeyûm tayînê şaredariya Akdenîzê bû, ji roja hatiye îmze avêt binê gelek dijhiqûqiyan û piştî meclîsa şaredariyê hat feshkirin niha jî xebatkarên şaredariyê di bin zoarê de derdixe desturê.
 
Hevşaredarên Akdenîz a Mersînê  yên DEM Partiyê Nuriye Arslan û Hoşyar Sariyildiz û endamên meclîsê Ozgur Çaglar, Neslîhan Oruç û Hîkmet Bakirhan hatin girtin û qeyûm tayînê şûna hevşaredaran hat kirin. Çalakiya nobetê ya li dijî qeyûm di roja 15’an de didome.
 
Qeymeqamê Akdenîzê Zeyît Şenel wek qeyûm hat tayînkirin û bi xwe re gelek dijhiqûqî jî anî.  Zeyît Şenel ewil meclîsa şaredariyê fesh kir. Bi vî awayî wê gel 4 salan li meclîsa şaredariyê neyê temsîlkirin. Îcareteke din a qeyûm ev e ku bi zorê xebatkarên şaredariyê dişîne desturê. Qeyûm di rojên borî de 40 karker derxist destura heftayekê ya bi zorê. Hat hînbûn ku karkerên destura wan qedyane hinek vegeriyane lê hînek jî desturên wan haitne dirêjkirin. Der barê ku kengê vegerin de jî agahî nedane.
 
Cigira hevşaredariya Akdenîzê Gulbahar Kuş ku ji roja qeyûm hatiye çûyîna wê ya şaredariyê hatiye astengkirin da zanîn ku ew van dijhiqûqiyan qebûl nakin û heta biçin şaredariyê wê têkoşînê bidomînin.
 
Ji 10’ê Çile de ye çalakiya nobetê didome
 
Gulbahar Kuş da zanîn ku ji roja ewil de çalakiya nobetê ya dane destpêkirin didomînin û heta encamê negirin wê bidomînin. Gulbahar Kuş wiha got: “Ji 10’ê Çile de ye em li dora Akdenîzê û ber edliyê ne. Gel piştgiriyek cidî da me. Em bi hev re li berxwe didin. Em hêrsa xwe tînin ziman. Em dibêjin ev xesp e. Me di 31’ê Adarê de şaredarî bi 47 hezar û 843 dengî girt. Ez di heman demê de endam a meclîsê me. Dema em hatin peywirdarkirin qeyûm hat tayîn kirin. Me midûr, formenên xwe, şefên xwe tayîn kir û me dest bi xebatê kir. 10’ê Çile de hevşaredarên me Nuriye Arslan û Hoşyar Sariyildiz û endamên meclîsa me hatin girtin.”
 
Polîs têketina şaredariyê asteng dike
 
Gulbahar Kuş wiha anî ziman: “Polîs ji roja ewil de ketin aşaredariyê asteng dike. Me nagirin hundir. Em jî li ber şaredariyê ne. Hevalên me her tim li vir in. Me bi rayedarên emniyetê re hevdîtin kir ku me bigirin hndir. Lê em negirtin hundir. Me civîna xwe li kolanê kir. Katîp îmzeyên me girt. Me girteka xwe girt û em dipên. Me îtîrazên xwe kir û em dipên.”
 
Xebatkar derxistine desturê
 
Gulbahar Kuş da zanîn ku xebatkarên şaredariyê jî derxistine destura bi zorê û wiha got: “Şaredarî hatiye dorpêçkirin û roja ewil ji memur û karkeran re gotin hûn naxebitin. Îdareya cemawerî dijhiqûqiyek mezin kir û şaredarî roja xebatê girt. Îcareteke din ya qeyûm ev e ku bi zorê xebatkarên şaredariyê dişîne desturê. Qeyûm rojên borî de 40 karker derxist destura heftayekê ya bi zorê. Hat hînbûn ku karkerên destura wan qedyane hinek vegeriyane lê hînek jî desturên wan haitne dirêjkirin. Der barê ku kengê vegerin de jî agahî nedan.”
 
Gulbahar Kuş di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku heta hevşaredar neyên berdan û qeyûm şûnde gavê navêje wê berxwedanê bidomînin.