Li girtîgeha Jinan a Bakirkoyê binpêkirin zêde dibin
- 09:05 25 Çile 2025
- Rojane
Rozerîn Gultekîn
STENBOL - Li girtîgeha Jinan a Bakirkoyê binpêkirinên mafan roj bi roj giran dibin. Heta pêlava û nav porên girtiyan tên lêgerînkirin û yek tîp tê ferzkirin. Sînem Guzel ya keça wê girity e û hevseroka MATUHAY-DER’ê Dîlek Sonmez Demîr, diyar kirin ku divê civak li dijî zextan dengê xwe bilind bikin.
Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan her diçin giran dibin. Yek ji van girtîgehan jî Girtîgeha Bakirkoy a jinan e. Ji pêlavan bigirin heta nav porê girtiyan tê lêgerînkirin û bi lingê tazî derketina hevdîtinê ferz dikin. Her wiha yek tîp cil û berg li girtiyan tên ferzkirin, ji girtiyan re dibêjin li leşkeriyê yek tîp cil tên li xwekirin û vê ferzkirin. Sînem Guzel ya keça wê Hatîce Guzel li girtîgeha Bakirkoyê girtiy eû hevseroka Komeley aalîkariya Malbatên Girtiyan a Marmarayê (MATUHAY-DER) Dîlek Sonmez Demîr der barê mijarê de axivî.
‘Midûrê nû îşkenceyê li girtiyan dike’
Sînem Guzel got midûrê nû hatiye girtîgehê zextên giran li girtiyan dike û bi hincetên kêfî tevdigere. Sînem Guzel wih agot: “Du meh berê ji ber govend gerandine ceza hucrê danê. Hinek girtî ji ber ku di hesabê wan de pere tunebû bi rojan bê av mane û av nedane wan. Cezayê hucreyê qedya, vê mehê çûm hevdîtina vekirî lê girtî dernketin. Pêlavên wan tên derxistin. Deterjanê li cil û berg û nivînên wan dirêjînin. Ew jî vê qebûl nakin. Zarokên me qebûl nakin bi lingê tazî derkevin hevdîtinê. Em çûn hevdîtinê me ev protesto kir. Midûrê nû hatiye îşkenceyê li girtiyan dike.Tevî her tiştî em dibêjin aştî. Çima vê zilmê li me dikin.”
‘Sînem Guzel dawiya axaftina xwe de ev bang kir: “Divê çapemenî tiştên li girtîgehê diqewimin ji hemû civakê re ragihîne. Ger her kes pirsgirêkên girtiyan nizanibe dê bi vî rengî berdewam bike. Heger çapemenî van bûyeran berê ji raya giştî re eşkere kiribûya, dê piraniya wan bikuştana û tu kesî haya wan jê tunebû. Divê her kes zarokên xwe û doza xwe biparêze. Em xwe digihînin aştiyê, bila êdî aştî pêk were.”
Hinceta ferzkirina yek tîp:Leşkerî yek reng e
Hevseroka MATUHAY-DER’ê Dîlek Sonmez Demîr jî bi lêv kir ku demek dirêje binpêkirina mafan li girtîgehan tê meşandin û her diçe giran dibin. Dîlek Sonmez Demîr wiha got: “Bi taybet li girtîgeha jinan a Bakirkoyê he rdiçe zêde dibe. Heta porê wan pêlavên wan lêgerîn dikin. Çend hefte berê dema hevdîtinê de li girtiyan ferz dikin. lê ew jî van pêkanînan red dikin û dernakevin hevdîtinê. Bi goreyan derdixin hevdîtinên parêzeran. Binpêkirinên mafan yên kêfî hene. Dibêjin leşkerî jî yek renge. Yek tîp, yek reng cil û berg ferz dikin. Girtiyên dijhiqûqiyê qebûl nakin bi cezayên hucreyê re tên rû hev.”
‘Divê her kes dengê xwe bilind bike’’
Dîlek Sonmez Demîr wiha dawî lê anî: “Li Girtîgeha Sakaryayê ji serşûştin û şûştina cilan li şûna ava germ, bi ava sar tê kirin. Ev bûyer nîşaneya tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Girtîgeha Girava Îmraliyê ya li girtîgehan e. Weke MATUHAY-DER em têkoşîna xwe bi pêşxistina rêbazên têkoşînê didomînin. Li gorî şert û mercên heyî û pêvajoya ku wê rû bide, em ê têkoşîna xwe bi pêşxistina rêbazan bidomînin. Divê gel dengê xwe bilind bike û ji spiralê tirsê derkeve. Divê deng û berxwedanek civakî hebe.”