
Li Munchê ji bo Werîşe, Pexşan û Şerîfe bang hat kirin
- 10:30 27 Nîsan 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Munchê ji bo dewleta Îran dawî li cezayên darvekirinê bîne û cezayê der barê sê aktivîstên jin de hatî dayîn bê betalkirin, çalakî hat lidar xistin.
Pêla zextê, binçavkirin û girtinê yên dewleta Îranê li hemberî welatiyên Kurd û aktivîstan bênavber didome. Di vê pêvajoya ku her diçe zext zêde dibin de, li bajarê Munchê Meclîsa Civakên Kurd li dijî vê çalakî lidar xist.
Di çalakiyê de ji bo betal kirina cezayê darvekirinê ya li aktivîstên jin ên girtî Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mûhammedî hatî birîn, bang hat kirin.
Çalakî, bi armanca piştgirîdayîna kampanya "Sêşema ji darvekirinê re na" ku ji aliyê girtiyên siyasî yên li 38 girtîgehên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve tê meşandin, hate lidar xistin.
Çalakiya bi navê ‘Şemiyan ji darvekirinê re na’ vê heftê cara 4’emîne pêk hat.
Di çalakiyê de belavokên bi zimanê Elmanî hatin xwendin û belavkirin. Di daxuyaniyan de bal hat kişandin ku rejîma Îranê pêkanînên girtin û binçavkirinê yên li hemberî Kurdan û aktîvîstan giran kiriye û lez daye cezayên darvekirinê. Çalakvanan bang kirin ku tavilê cezayên darvekirinê yên li Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mûhammedî hatine dayîn, demildest bên rakirin.
Organîzatorên çalakiyê her wiha bang li civaka navneteweyî kirin ku li dijî darvekirin û binpêkirinên mafan ên li Îranê dengê xwe bilind bikin.