
Hevseroka TEV -DEM'ê: Dê jin ji yekitiya netweyî re pêşngtiyê bikin
- 11:33 28 Nîsan 2025
- Rojane
RIHA - Hevseroka TEV-DEM’ê Remziye Mihemed têkildarî Konferansa Neteweyî ya Kurd a li Qamişloyê nirxandin kir û got, “Rêxistina jinan çawa ku bû sedema şoreşê, wê bibe sedema yekîtiya neteweyî jî.”
Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê di 26’ê Nîsanê de bi dirûşma “Konferansa Yekitiya Kurdistan û Helwesta Hevpar” konferansek hate lidarxistin. Konferans bi pesendkirina "Belgeya Helwesta Hevbeş" bi dawî bû ku tê de gotarên çareseriyeke siyasî ya berfireh ji pirsgirêka Kurd re, di Sûriyeyeke yekbûyî ya neteweyî de.
Di belgenameyê de ku bi yekdengî hate pejirandin hat tekezkirin ku Sûriye welatekî pirneteweyî, pirçandî û bi pirbawerî ye û divê destûr mafên hemû pêkhateyan ji Ereb, Kurd, Aşûrî û gelên din misoger bike. Di belgeyê de her wiha hat xwestin ku modela rêveberiya nenavendî ya ku li ser esasê edalet, wekhevî, rêzgirtina ji mafên mirovan re hatiye destnîşankirin bê pejirandin.
Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Remziye Mihemed k beşdarî konferansê bû têkildarê konferans û pêvajoyê nirxandin kir.
‘Banga Rêber Apo heye’
Remziye Mihemed diyar kir ku ew konferansê diyarî hemû gelê Kurd dike û got, "Di serdemeke wiha dîrokî de lidarxistina konferanseke bi vî rengî girîng bû. Ji bo konferansê gelek amadekarî hatin kirin, hewldanên mezin hatin kirin. Ji bo pêşîgirtina li yekitiya Kurdan jî gelek hewldanên cuda hatin kirin. Rêber Apo jî gelek hewl da û banga lidarxistina konferanseke bi vî rengî kir.”
Girîngiya pêşengtiya jinê
Remziye Mihemed ku bal kişand ser girîngiya lidarxistina konferansê li Rojava wiha dom kir: "Partiyên ku berê bi hev re tu diyalog nedikirin, îro ketin nava xebatên yekîtiya neteweyî. Ev tiştekî girîng û bi nirx e. Ji aliyê din ve hebûna jinan di hin partiyên ku jinan di xebatên wan de hat niha cih negirtibûn jî girîng bû. Rêxistinbûna jinan wê bibe sedema yekîtiya neteweyî herwiha w jinan girîngiya xebatên ku hatine kirin careke din dan xuyakirin.”
Encamnameya konferansê
Remziye Mihemed beşdarbûna şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di konferansê de bi bîr xist û bal kişand ser girîngiya konferansê. Remziye Mihemed got, "Em dikarin bêjin ku ev konferans ji bo Konferansa Kurdistanê gaveke destpêkê ye. Ya herî girîng di daxuyaniya dawî de, avakirina şandeyek û hevdîtina wê ya bi hikûmeta Şamê re bû. Ev şande dê di demeke kurt de bê avakirin. Aavkirina vê şandeyê ji bo yekitiya gelê Kurd girîng e."
Girîngiya têkoşînê
Remziye Mihemed diyar kir ku konferans ji bo gelên Sûriyeyê bû mînak û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gelên li Sûriyeyê dijîn diyar dikin ku sîstema ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin ji bo wan mînak e û dixwazin di vê sîstemê de cih bigirin. Ji bo demokratîkbûna welatê xwe divê em serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ mayînde bikin.”