
Kombûna Jinan a Zenûbiya 1'ê Gulanê pîroz kir
- 12:04 30 Nîsan 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya bi boneya Roja Karkerên Cîhanê peyameke pîrozbahiyê ji hemû jin û mêrên kedkar re şand.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev roj ne tenê boneyeke pîrozbahiyê ye, lê belê di heman demê de pêngaveke têkoşînê ye ku têkoşîna kedkaran bi taybet jinan weke hêza pêşeng a guhertin û rizgariya civakî nîşan dide.
Kombûna Zenûbiya di xaxuyaniyê de da zanîn ku ew projeya xwe ya azadiyê ji ramana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan digirin û got, "Di sîstemeke ku jinê ji pozîsyona hilberîn, biryar û rêveberiyê dûr dixe de dadmendî nîne. "
Di dawiya daxuyaniyê Kombûna Jinan a Zebûbiya tekez kir ku dê xebata ji bo avakirina civakek demokratîk, ekolojîk û azad li ser bingeha dadmendiya zayendî û wekheviya aborî û civakî, berdewam bikin