Tulay Hatimogullari bi karkerên tekstîlê re hat cem hev

  • 15:50 30 Nîsan 2025
  • Ked/Aborî
 
STENBOL - Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari bi boneya 1'ê Gulanê Roja Karkeran li Zeytînburnuyê bi karkerên tekstîlê re civiya û got, "Bêyî keda karkeran, jiyan dê rawestiyaba. Ji bo ku em mafê keda xwe ji vê pergalê, ji vê hikûmetê bistînin, ji bilî têkoşîneke rêxistinkirî ti şansek me tuneye."
 
Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatimoğulları bi boneya 1'ê Gulanê serdana karkerên atolyeyên tekstîlê yên li navçeya Zeytînburnuyê kir. Parlamentera Stenbolê ya DEM Partiyê Kezban Konukçu, Hevseroka Bajarê Stenbolê ya DEM Partiyê Arîfe Çinar û nûnerên navçeya Zeytînburnu ya DEM Partiyê jî beşdarî serdanê bûn. Tulay Hatimogullari yek bi yek silav da karkerên tekstîlê û karker vexwend mîtînga 1'ê Gulanê ya Cejna Karkeran ku dê li Kadikoyê were pîrozkirin.
 
Tulay Hatîmogullari got, "Bêyî keda karkeran, jiyan dê rawestiyaba. Ji bo ku em mafê keda xwe ji vê pergalê, ji vê hikûmetê bistînin, ji bilî têkoşîneke rêxistinkirî ti şansek me tuneye."
 
Tulay Hatîmogullari piştre Rêxistina Navçeya Zeytînburnu ya DEM Partiyê ziyaret kir. Piştre çû nexweşxaneya ku endamê Şanda Îmraliyê Sirrî Sûreyya Onder lê tê dermankirin.