Peyama hevbeş a ji Egeyê: Berdewamiya têkoşîna ji bo aştiyê

  • 21:52 25 Mijdar 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jin li bajarên Egeyê daketin kolanan û daxwaza jiyaneke wekhev, azad û bê tundûtîjî kirin, dengê xwe li dijî newekheviya zayendî, îstismara kedê û nexuyabûnê bilind kirin.
 
Di 25’ê Mijdarê d, jin li gelek bajarên Egeyê daketin kolanan da ku li dijî tundûtîjî, xizanî, newekhevî û şer dengê xwe bilind bikin. Wan soz da ku di hemû waran de hevgirtin û têkoşînê xurt bikin.
 
Jin li ber Pirtûkxaneya Penguenê, ku ji aliyê Platforma Jinan a Îzmîrê (ÎKP) ve tê rêvebirin, kom bûn û heta Navenda Çanda Turkan Saylan meşiyan. Jin bi pankarta "Em ê dev ji jiyaneke wekhev, azad û ewle bernedin", meşiyan û dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Deniz Poyraz nemir e" û "Rojin Kabaiş nemir e" qîr kirin. Burcugul Çubuk, Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan a Îzmîrê (DEM Partî), jî tevlî meşê bû.
 
Tirkî ya daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Pinar Çetin, Munevver Yalniz, Mine Akbaba û Ruken Emektar ve hate xwendin, Kurdî jî ji aliyê Ruken Yilmaz ve hate xwendin.
 
Piştî daxuyaniyê çalakî bi govend û stranan bi dawî bû.
 
Aydin
 
Jin li ser banga Platforma Jinan a Aydinê li ber Taşkopruyê kom bûn û heta Qada Bajarê Aydinê meşiyan. Jinan pankartên bi nivîsên "Jin jiyan azadî", "Em evîna ku dikuje naxwazin", "Ez jinek im, ez azad im, ez haydar im" û "Em ê yekî din winda nekin, serhildana me neqediyaye, mezin dibe" hilgirtin û gelek caran dirûşmeyên wekî "Jin jiyan azadî", "Mêr dikujin, dewlet diparêze", û "Ne edaleta mêran, lê edaleta rastîn" qîr kirin. Fehîme Yildiz daxuyaniya çapemeniyê xwend.
 
Mugla
 
Li Muglayê, jinan 25’ê Mijdarê li Marmarîs û Bodrumê bi xwepêşandanan pêşwazî kirin.
 
Marmarîs
 
Bi pêşengiya Platforma Jinan a Marmarîsê, jin li ber Otêla Ketencî kom bûn û ber bi Qada Ataturk ve meşiyan. Jinan gelek caran dirûşmeyên wekî "Jin, Jiyan, Azadî", "Kuştina jinan siyasî ye", "Jin dimeşin, têkoşîn berdewam dike", "Mêr dikujin, dewlet diparêze" û "Jinên kuştî serhildana me ne" qîr kirin. Alev Bayram li ser navê jinan daxuyaniya çapemeniyê xwend.
 
Bodrum
 
Bi pêşengiya Platforma Jinan a Bodrumê, jin li ber Mizgefta Tepecik bi dirûşmeya "Jiyanek wekhev, azad, ewle û bê tundûtîjî" li hev civiyan. Ji wir, ew ber bi Qada Bodrumê ve meşiyan. Sultan Yetimoglu li ser navê jinan daxuyaniya çapemeniyê xwend.
 
Manîsa
 
Li ser banga Platforma Jinan a Manîsayê, jin li Qada Demokrasiyê kom bûn û meşek li dar xistin. Gelek sazî, di nav de Baroya Manîsayê, Şaredariya Bajarê Mezin a Manîsayê, Şaredariya Şehzadeler, Şaredariya Yunus Emre, Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin, û Komeleya Mafên Mirovan a Jinan, piştgirî dan xwepêşandanê. Daxuyanî li ser navê jinan ji hêla Bengi Kanat, Sekretera Jinan a Egitim-Sen ve hate xwendin.
 
Denîzlî
 
Jin di bin pêşengiya Platforma Jinên Denîzlî ya Bi Hev re Xurt in de kom bûn û ji Dibistana Seretayî ya Gazî heta Qada Çinarê meşiyan. Daxuyaniya çapemeniyê li ser navê jinan ji hêla Seroka Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Denîzlî Merve Ogut, ve hate xwendin.
 
Mêrên ji CHP, EMEP û TKP’ê jî piştgirî dan daxuyanî û meşê.