'Bi jinan re ji nû ve nexşerê amade dikin'

  • 09:07 26 Mijdar 2025
  • Rojane
AMED - Hevşaredara Rezana Amedê Leyla Ayaz da zanîn ku saziyên ku qeyûm girtine du salan de ji nûve vekirin eû got li taxan li gundan xebatek berfireh dimeşînin û got jin ne tenê ne, mekanîzmayên ku wan xurt dike ji nûve ligel wan in.
 
Şaredariya Rezan ku saziyên jinan yên dema qeyûman de hatibûn girtin ji nûve xistin faliyetê, bi xebatên xwe hewcedarî daxwazên jinan esas digirin.  Hevşaredara Rezan Leyla Ayaz da zanîn ku ji roja hatine peywirê xebatên xwe dimeşînin.
 
Leyla Ayaz da zanîn ku qeyûm saziyên ku hewcedariya gel pê hebûye qesl kiriye û girtine û got: “Ev du sale me şaredarî ji qeyûman girt. Dema em hatin ne tenê saziyên jinan hemû sazî bê bador hiştibûn. Belê avahî hebûn xebkat hebûn lê di alî xebatê de sazî bê bandor bûn. Bi taybet saziyên jinan bê bandor hatibûn hiştin. Çawa em hatin me dîsa aktîf kirin.”
 
‘Em bedewariyên jinan guhdar dikin’
 
Leyla Ayaz wiha vegot: “Niha bi 5 yekîneyên cuda midûriyeta jinan xizmetê dimeşîne. Xebatên psîkolojîk, hiqûqî, şêwirmendî û aotlyeyan dimeşînin. Li taxan em hewcedariyên jinan guhdarî dikin. Ev hevdîtin encamên baş derdixin holê.  Em li taxan û gundan hevdîtinan dikin. di van hevdîtinan de tundî û xizanî dertê holê. Yekîneyên me der barê van pirsgirêkan de her cureyê xizmetê dimeşînin.”
 
‘Dema qeyûman de jinan tu xizmet negirtin’
 
Leyla Ayaz di berdewamiyê de diyar kir ku jinan dema qeyûman de tu xizmet negirtine û wiha dirêjî dayê: “5 salan ji tu derfetên şaredariyê fêde negirtine. Ji ber vê kêmasî û prisgirêkên dicî hebûn. Em bi jinan re hatin gel hev. Em ê hîn bêtir li qadan bi jinan re bên gel hev.Em ê dengê xwe bikind bikin. Em ê bi nasnameya xwe xwe heyî bikin. Xebatên me didomin. Ji bo wekheviya zayenda civakî xurt bibe me belgeyeke ku rêgez dihewand Îmze kir. Me bi şaredariyan re ‘belgeya helwestê’ ya li dijî tundî, newekhevî û binpêkirinan îmze kir. Ev belge hemû kesî dihewîne. Her kes bi hêsanî dikare xwe bigihîne belgeyê. Ji 14 salên berfireh pêk tê.”
 
‘Bi wesîleya 25’ê Mijdarê me lez da xebatan’
 
Leyla Ayaz balkişand ser 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan û got bi wesîleya wê xebatên xwe li her derê dimeşînin û wiha dawî lê anî: “Bi taybte me li gundan û taxan xebatên xwe zêde kirin. Tevlibûn û eleqeya ji bo xebatan gelek baş bû. Em hemû hewcedarî û daxwazên jinan li ber çavan digirin.  Ji bo vê em xebatên xwe dimeşînin.”