Li Licê tora fuhuşê hat deşîfrekirin
- 11:19 26 Mijdar 2025
- Rojane
AMED - Li Licê jinên ku dikevin tora fuhuşê ya ji aliyê dewletê ve hatiye avakirin bi zext û tundiyê re rûbirû dimînin. Haat diyarkirin ku jina endamên vê torê R.M. hem jinan û hem jî mêrên xwedî nasnameya polîtk dike hedef û dikişîne nava vê torê.
Derket holê ku tora fihûşê ya ku li navçeya Licê ya Amedê hatiye avakirin û duh MA'yê nûçeya wê weşand, karên sîxuriyê jî dike. R.M. ku tekane endama jin a vê tora fihûşê ye, her wiha endama herî çalak a torê ye. R.M., mêrên xwedî nasnameya polîtîk dike hedef. R.M. ku li Kizilayê dixebite, mêrên ku ji ber sedemên polîtîk di girtîgehê de mane yan jî der barê wan de biryara binçavkirinê heye, dikişîne nav tora xwe.
R.M. ku bi navê "têkiliya evînê" mêrên ciwan dixapîne, dîmenên mêrên ku pê re ne dikişîne û bi şantajê wan neçar dike ku bibin sîxur. Di heman demê de, ew jinên ciwan ên ku dixapîne jî her tim tacîz dike û neçar dike ku bi mêran re hevdîtinê bikin.
Li gorî lêkolînên Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) û kesên ku jê re axivîne, R.M. ji aliyê rayedarên dewletê ve tê rêvebirin û parastin.
Dema malbata H.Ş. yê ku di Sibata 2024’an de li mezraya Gezan a girêdayî gundê Çemê Elîka yê Licêyê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin, qala R.M. a ku li ser navê navê alîkariyê her tim diçû gundê wan, kiriye. R.M., wê demê H.Ş.yê ku hê nehatibû girtin lê der barê wî de biryara girtinê hebû, timî têkiliyê bi malbatê re datîne da ku bigihîje wî û bide girtin.
Cihazê guhdarîkirinê hatiye dîtin
Malbatê der barê R.M.yê ku piştî erdheja 6'ê Sibatê ya sala 2023'yan a Mereşê, li ser navê alîkariya Kizilayê timî diçû mala H.Ş., ev tişt got: “Taxa me ji erdhejê bandor bûbû. Kizilayê jî xwedigiravî alîkariyê Ufo, ji bo germkirinê ji malbatan re belav dikir. Ufoyên ku ji mezraya me re dihatin R.M. dianî. Dema R.M. dihat mala me, tiştekî din jî zêde bi destê wê re dianî û dixwest nîşan bide ku alîkariyê dike. Piştî wê, têkiliya R.M. ya ku pir dihat û diçû, bi me re zêdetir pêş ket. Piştî demekê me ferq kir ku ji Ufoyên ku ji bo alîkariyê dihatin, cîhazên biçûk ên tomarkirina deng derketin. Piştî vê yekê, hemû gundiyan Ufoyên xwe şikandin."
Kamera hatiye bicihkirin
R.M. ne tenê cîhazên guhdarîkirinê, di heman demê de li mala ku diçû jî kamera bicîh dikir. Malbata H.Ş. kamerayê wiha tespît dike: "Piştî me Ufo şikandin, me dest bi lêgerîna her derê malê û baxçê kir. Piştre me ferq kir ku R.M. di dareke baxçeyê malê de jî kamera bicîh kiriye. Kuncika kamerayê wisa hatiye çêkirin ku kesên diçin û tên malê tomar dikir.”
Di nav pirtûkan de cikhazê guhdarîkirnê
Malbatê destnîşan kir ku piştî ku cîhazên guhdarîkirinê û kamerayên ku tespît kirin, wan têkiliya xwe bi R.M. re qut kir, lê R.M. xwe gihand keça H.Ş. ya ku diçû dibistana seretayî û malbatê ev tişt got: “Dema keç hat malê, got R.M. pirtûk dane wê. Me pirtûk girtin, lê nihêrî. Ji cihê ku rûpelên pirtûkê digihêjin hev, çîp derket. Li ser vê yekê, me pirtûk şewitandin."
H.Ş. da girtin
Herwiha malbatê diyar kir ku R.M. bi biraziyê H.Ş., Y.Ş. yê ku gelekî ji wê biçûktir bû re bûye heval û xwestiye ku bi riya wî agahiyên der heqê H.Ş. bigire, lê piştî ku wan ev yek fêm kir, dawî li têkiliyê anîne. Malbatê got, piştî vê rewşê, H.Ş. di 13'ê Sibata 2024'an de hate girtin.








