Li Çinarê meşa 8'ê Adarê
- 13:52 23 Sibat 2026
- Rojane
AMED - TJA, di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de, li Çinarê meşek li dar xist û peyama "Tenê jinên rêxistinkirî yên ku felsefeya rizgariya jinan dipejirînin dikarin azadiyê bi dest bixin" da.
Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li navçeya Çinar a Amedê meşek li dar xist. Beriya meşa ku bi dirûşma "Em bi berxwedanê azadiyê bi dest dixin, civakek demokratîk ava dikin" pêk hat, jinên bi cilên gelêrî li ber avahiya navçeya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) kom bûn. Piştre, jin bi dirûşmên wekî "Jin jiyan azadî", "Jin jiyan azadî dê azad bikin rêbertî" û "Bijî berxwedana jinan" ber bi Parka Nujîyan ve meşiyan.
Piştî meşê, daxuyanî bi Kurdî ji aliyê çalakvana TJA Arzu Kahraman û bi Tirkî ji aliyê rêvebera Komeleya Jinan a Rosa Esra Çîçek ve hate xwendin. Arzû kahraman diyar kir ku ew bi dirûşma "Em Bi Berxwedanê Azad Dibin, Civatek Demokratîk Ava Dikin" li kolanan in. Aarzû Kaplan destnîşan kir ku têkoşîna jinan li dijî zîhniyeta serdest a mêran ku bi hezaran salan berdewam kiriye, şêwaza berxwedanê ya herî zordar e û got ku meşaleya berxwedanê ya ku di sala 1857'an de ji aliyê jinên karkerên trênê ve li New Yorkê bi daxwaza "muçeyê wekhev ji bo karê wekhev" hate pêxistin, niha di destê jinên ku li her parzemînê û li her herêma cîhanê ji bo ked, laş û nasnameya xwe radibin de geş dibe."
Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye:
"Vîna jinên girtî hêzê dide têkoşîna milonan
Em îro 8’ê Adarê; di serdemeke wisa de pêşwazî dikin ku polîtîkayên rastgir ên tund û lîderên populîst, ji bo desthilatdariya xwe xurt bikin -nexasim li Rojhilata Navîn- bi hincetên pûç cîhanê ber bi kaosê ve dikişînin.
Lê rastiyek heye ku; li dijî polîtîkayên modernîteya kapîtalîst, li dijî her cure zext, êşkence, tundî û qetlîamên jinan, berxwedanên ku bi berdêlên giran tên meşandin îro bi pêşengiya jinan bilind dibin. Dîsa em dizanin ku têkoşînê herî zêde û ji kûr ve çînên bindest û mêtînger dimeşînin. Îro li seranserê cîhanê gelê Kurd ê ku bi sedsalan e ziman, çand û nasnameya wî tê asîmîlekirin û tune tê hesibandin, di eniya herî pêş a vê berxwedanê de ye. Di vê meşa 40 salî de Sakîne, Leyla, Fîdan, Sêvê, Fatma û bi dehan hevalên me yên jin ên ku em nikarin navê wan li vir bihejmêrin, jiyana xwe ji dest dane. Em wan bi rêz û minet bi bîr tînin. Heger em îro dikarin van qadan tije bikin û têkoşîna mafan bidin, ev yek bi saya rêya ku wan vekiriye û kevneşopiya wê têkoşînê ye ku wan afirandiye.
Her çend îro di nav çar dîwaran de dîl hatibin girtin jî, vîna wan hêzê dide têkoşîna mîlyonan a li derve. Em ji vir silavên xwe ji Leyla, Fîgen, Ayşe û hemû hevalên xwe yên jin ên li zindanan re dişînin!
Têkoşîna me ya azadiya jinan; bi felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” ya ku ji kolan û cadeyên bajarên Tirkiye û Kurdistanê bilind dibe, wateyeke nû bi dest xistiye."
Têkoşîna jinên kurd şoreşa zîhniyetê ye
Tevgera jinên Kurd ne tenê têkoşîna mafgeriyê ye; di heman demê de şoreşeke zihniyetê ya kûr e ku her qada jiyanê ji nû ve ava dike. Ev vîna ku bi Jineolojiyê zanistî dibe û bi parastina cewherî xurt dibe, tora civakî ya herî mezin e ku li dijî tarîtiya Rojhilata Navîn li ber xwe dide.
Şoreşa jinan a ku li Rojavayê şênber bûye, ronahiya hêviyê ya sedsala 21’emîn e. Ev têkoşîna ku bi salan e bi biryardarî tê meşandin, bi pêşengiya jinan veguheriye şoreşeke gelêrî. Ev berxwedan ne tenê destkeftiyeke herêmî ye, di heman demê de ji bo derdorên demokratîk, çep û sosyalîst ên navneteweyî jî çavkaniya îlhameke mezin e. Ji ber vê yekê, deynê hemû rêxistinên jinan ên cîhanê li ser gelê Kurd ê ku li Rojava li ber xwe dide heye. Ev deyn; bi xwedîderketina li gelê Kobanê yê ku îro di bin dorpêçê de têkoşîna jiyanê dide û bi xurtkirina piştgiriyê dikare were dayîn. Li her kolan, her meclîs û her çeperên parastinê yên ji Kobanê heta Minbicê, jin; ne tenê azadiya xwe, rûmeta tevahiya mirovahiyê diparêzin.
Em; li dijî polîtîkayên tecrîdê, derbeya qeyûman, koletiya navmalê, şer û talanê, biryardar in ku jiyaneke demokratîk a jin-navend ava bikin. Em ji vê yekê ewle ne: Heta jin azad nebe, civak azad nabe.
Di 8’ê Adaran de armanca me ne tenê çalakîkirin e; armanca me ew e ku em van çalakiyan veguherînin destkeftiyên mayînde, bi awayekî bênavber xwe bi rêxistin bikin û avakirina civaka demokratîk û aştiya ku Birêz Ocalan îşaret pê kiriye, temam bikin. Tenê jinên birêxistinkirî yên ku felsefeya rizgariya jinan dipejirînin dikarin azad bibin. Êrîş çiqasî sîstematîk bin, berxwedana me jî ewqasî birêxistinkirî ye. Em ê tarîtiya faşîzm û baviksalarîyê; bi hêza piştgiriya jinan û têkoşîna şoreşgerî biqetînin!
Bijî 8’ê Adarê!
Bijî Têkoşîna Yekbûyî ya Jinan!
Bijî Şoreşa Jinan! Jin, Jiyan, Azadî!."
Piştî daxuyaniyê çalakî bi govendê bi dawî bû.







