‘Entegrasyon avakirina tabloyekek pirzimanî û pirrengî ye’
- 09:02 25 Sibat 2026
- Rojane
Melek Avci
ENQERE- Sîdar Turkoglu da zanîn ku entegrasyoneke demokratîk avakirina tabloyeke pir rengîn û pir zimanî ye û wiha got: “Em hene lê em çawa ne…Ji bo em di pratîkê de hebin divê em bi dengê xwe hebin. Entegrasyonek wisa ji bo azadiya civakê û ji bo azadiyê girîng e.”
Komîsyona Meclîsê civîna xwe ya dawî li dar xist. Di civînê de rapora hevpar a ji 60 rupelî pêk dihat bi dengdayînê hate qebûlkirin. Di raporê de der barê sererastkirinên ji bo pekanînên qeyûm pêşşniyarên şênber cih girtin, her wiha ji bo mafê zimanê dayikê, çand, nasnameyê jî îfadeyên nezelal cih girtin. Ligel vê binenavkirina pirsgirêka Kurd, nezelaliya di pênasekirina welatîbûnê de û ji bo entegrasyoneke baş, hemû gavên powist di raporê de kêm bûn.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heman rojê daxuyanî da û ev nokte rexne kir û pênasekirina welatîbûna azad bi gotinên wekê ‘Welatîbûna azad, fikr, raman, ol û mezheba xwe îfade dike û çiqas azad be ewqas aydiyeta netwa xwe îfade dike û divê evqas azad be. Divê her kes bi awayekî azad xwe îfade bike.’
Di vê çarçoveyê de hat diyarkirin ku divê ji bo entegrasyonê di qaa ziman, çand, hûner û parastina nasnameyê de gav bên avêtin. Ji Navenda Çanda Antaolîa Sîdar Turkmengolu der barê mijarê de axivî.
Polîtîkbûna hunerê
Sîdar Turkoglu got pêvajoya li Rojava modelek mînak e û got nêzîkatiya hunerê ya li wir û komunên hunerê gelek girîngin. Sîdar Turkgolu wiha got: “Diya Hesso ku ji bo mîhrîcana sînemeyê dixebitî, ni nişkave çû Rojava û bi eniya pêş ya berxwedanê de cih girt û got ‘Ez niha hunerê nakim, ji bo huner bê kirin ez têdikoşim.’ Vê bandorek mezin li ser min kir. Nîşan da ku huner civakiye û hunermend jî polîtîke. Li Rojava demên ewil pêvajo bi çandeke mgiran dihat jiyîn. Hunergeya Welat, stranên din bi coşek mezin li cîhanê deng ndan. Kurd û Ereban bi hev re xebat kirin. Em di vir de mînaka herî şênber a entegrasyonê dibînin.”
‘Zimanê makul yê pergalê heye’
Sîdar Turkoglu got di dîroka cîhanê de zîmanekî global ê pergalan a der barê huner û hunermen de heye û got: “Mînak wêjeya îngîlîz. Îngîlîzî zimanekî gerdunî ye lê Kurdî tê çewisandin. Shakespeare dinivîse lê humermendên me nikarin bikin ji ber pergala wan red dike û nagire nav xwe. Pergal dizane ku hunermendên wisa bigirin nav xwe wê hêrsa hunerê ji ya siyastê hîn baştir be. Ji ber vê xeter tê dîtin. Çima xeter tê dîtin? Çima di konservatuaran de beşên dengbêjiyê tune ne. Çima ev kevneşopî nayê meşandin. Ji ber ew kevneşopî çanda me ye.”
‘Em hene lê divê em bi dengê xwe hebin’
Sîdar Turkoglu wiha berdewam kir: “Çandek tê asîmîlekirin. Dema çand biçe ziman jî diçe. Mirov di wê pergalê de tune dibin. Çand û huner di mijara entegrasyonê de girîng e. Bêguman ev tenê entegrasyona çandî pêk naynen. Divê em vê ji bîr nekin. Ligel vê siyasetek demokratîk û wekhev pêwist e.yani hem di alî çandî hem di alî civakî û hem jî di alî siyasî de divê nêzîkaityeke giştî bê destgirtin. Ji ber entegrasyon ne yek navendî ye, pir navendî ye. Belê em hene. Em henel lê divê em di pratîkê de bi dengê xwe hebin. Entegrasyon ji bo azadiyê û azadkirina civakê girîng e.”
Sîdar Turkgolu wiha dirêjî dayê: “ Di vir de ji bo jiyankirina çand û hunerê, ziman esasa herî mezin e. Çand û huner di pêvajoya entegrasyonê de girîng E. Ji ber vê divê li her derê komun bên avakirin, rêxitsinbûn hebe. Gelo çand û hunerê li ku derê pêvajoya entegrasyonê ye.Huner dema destê xwe bide rastiya civakî wê watedar be. Entegrasyon, avakirina tabloyek pir rengînî û zimanî ye. Feraseta me ya entegrasyonê ev e. Gelek girîng e ku çand û zimanê me bikeve bin ewlehiyê.”







