Li Gundê Karakûbê Civîna Jinan û Kontrola Tenduristiyê
- 09:59 25 Sibat 2026
- Rojane
AMED -Bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê li gundên girêdayî navçeya Peyasê hevdîtinên bi jinan re didomîne.
Li Gundê Karakûbê civînek bi jinan re hate lidarxistin. Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar beşdarî civînê bû û di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya xurtkirina beşdariya jinan di pêvajoyên biryardayînê yên rêveberiya herêmî û got: “Beşdariya jinan di rêveberiyê de ne tenê mafek e, lê belê pêşîniya me ya sereke ye ji bo avakirina civakeke wekhev.”
Wekî beşek ji bernameyên 8'ê Adarê, ev civîn bi beşdariya endamên meclîsa şaredariyê û gelek jinên li gund hate kirin.
Kontrola Tenduristiyê
Di çarçoveya heman çalakiyê de, Gerînendetiya Xizmetên Tenduristiyê yên Şaredariya Peyasê ji bo jinên gund kontrolên tenduristiyê yên belaş pêk anî. Pîvandinên şekirê xwînê, tansiyon û kontrolên din ên tenduristiyê hatin kirin. Jin li ser nexweşiyên muhtemel hatin agahdarkirin û agahiyên pêwîst hatin dayîn.
Şaredariya Peyasê di daxuyaniya xwe de ragihand ku ev xebatên tenduristiyê û civînên bi jinan re dê li gund û taxên din jî bên berdewamkirin, da ku hemû jin bigihîjin xizmetên bi kalîte.







