Dayikên Şemiyê li aqûbeta Cuneyt Aydinlar pirsîn
- 13:51 28 Sibat 2026
- Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê, di çalakiya xwe ya heftaya 1092'yemîn de aqûbeta Cuneyt Aydinlar ê bi îşkenceyê hatibû windakirin pirsîn.
Dayikên Şemiyê bi daxwaza “Winda werin dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 1092'yemîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Dayikên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHDa Stenbolê û gelek parastvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin. Dayikên Şemiyê vê hefteyê aqûbeta Cuneyt Aydinlar ê di 20ê Sibata 1994an de hatibû windakirin pirsîn. Metna daxuyaniyê Mirova Şemiyê Zelal Buldan xwend.
Zelal Buldan destnîşan kir ku ew di hefteya 1092'emîn de tevî bendên polîsan ên qadê dorpêş kirine li çalakiya xwe didomînin û wiha got: “Em dîsa bang dikin, divê biryara AYMyê were pêkanîn û Qada Galatasarayê bê vekirin. Di rapora Komîsyona Meclîsê de tê gotin ku biryarên AYM û DMME divê werin bicihanîn. Ev gotin aşkere ye û divê qada ku em windayên xwe bi bîrtînin were vekirin. Qedexeya ya li ser Qada Galatasarayê di heman demê de qedexeya li ser şîna malbatên windayan e jî. Divê demildest qedexeya li ser Qada Galatasarayê bê rakirin.”
Di berdewamiya axaftina xwe de Zelal Buldan anî ziman ku ew di hefteya 1092'yan de li aqûbeta Cuneyt Aydinlar ê ku berî 32 salan hatiye windakirin dipirsin û wiha axivî: “Cuneyt Aydinlar xwendekarê Zanîngeha Stenbolê bû. Di 20ê Sibata 1994an de seat nêzî 13.00an ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û wî birin Şaxa Siyasî ya Gayrettepeyê. 7 rojan bi awayekî veşartî di binçav de hat ragirtin. Di 27ê Sibatê de qeyda wî ya binçavkirinê hat çêkirin lê navê wî di nav kesên ku sewqî dadgehê hatibû kirin de tune bû. Di lêpirsîna malbata Cuneyt de polîsan got ku ‘di 28ê Sibata 1994an de reviya ye.’ Lê kesên ku di binçav de gotin ku ‘Cuneyt heta 2ê Adara 1994an li gel me bû.’ Polîsan îşkence li Cuneyt Aydinlar kirine û wî bi gotina “Tu amadeyi, diiçî mirin e?’ ew birine.”
Zelal Buldan destnîşan kir derbarê bûyerê de lêpirsînekê baş nehat meşandin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em di hefteya 1092an de dîsa bi bîr tînin. Heta ku aqûbeta kesên ku di binçavkirinê de neye diyarkirin dê rêya hiqûqê venabe. Têgeha ‘demborî’ ji bo kesên hatine binçavkirin ne pêkan e. Ji bona wê berpirsiyariya dewleta ya ku peydakirina Cuneyt Aydinlar didome. Êdî bes e. Çend sal derbas bibe jî em ê aqûbeta kesên hatine windakirin bipirsin.”
Birayê Cuneyt Aydinlar Emrah Aydinlar jî derbarê aqûbeta birayê xwe de axivî û wiha got: “Cuneyt di sala 1994an de hat binçavkirin û îşkence lê hat kirin. Berî werin Cuneyt bibin, Cuneyt got hevalê xwe ‘Rûyê min bişo, ez ê bi serbilindî derkevim li pêşiya wan.’ Ew gotin gelek balkeş e. Cuneyt tu carî serî li hemberî wan netewand. Îro salvegera banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ e. Bi vê bangê pêvajo dest pê kir. Em jî bang dikin ku divê li aqûbeta kesên hatine windakirin divê were aşkerekirin.”
Çalakî bi danîna qurnefîlên li Qada Galatasarayê, bi dawî bû.







