Şandeya DEM Partiyê: Em dikarin dibistanên ewle bi hev re ava bikin
- 20:05 16 Nîsan 2026
- Rojane
RIHA - Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî, li ber avahiya dibistana ku li Sêweregê êriş lê pêk hat daxuyanî da û got: “Mirovên ku xwe ji ziman û hişmendiya tundiyê rizgar nakin, bi rastî xirabiyê li vê civakê dikin.”
Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), serdana dibistana ku li navçeya Sêwereg a Rihayê êriş lê hatibû kirin, kir. Şandeya ku hat ber Lîseya Teknîkî û Pîşeyî ya Anadolu ya Ahmet Koyuncu ku lê êrişkar miribû û 16 kes lê birîndar bûn, der barê bûyerê de hatin agahdarkirin. Şande bi welatiyan re hatin cem hev û xemgîniya xwe ya ji ber qewimîna bûyerê anîn ziman.
Şandeyê li ber avahiya dibistanê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankartên “Em ê ne li dibistanê, ne li kolanan, ne îro û ne jî sibê tundiyê normalîze nekin” û “Mafê herî bingehîn ê mamoste û xwendekaran mafê jiyanê ye. Ewlehiya dibistanê nayê nîqaşkirin, divê bê parastin” hatin hilgirtin.
Di daxuyaniyê de pêşî Cîgira Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê ya Berpirsyara Perwerdeyê Îlknûr Bîrol axivî û ev tişt got: “Tiştên ku van du rojên dawî li dibistanan qewimîn nîşaneya wê yekê ye ku em bûne welatekî ku zarok, zarokan dikujin. Zarok guleyan li zarokan dibarînin. Em qala bi dehan mirî û birîndaran dikin. Em encamên hişmendiya siyasî ya wan kesên ku pergala perwerdeyê ji bo fikarên siyasî, ji sermayeyê re pêşkêş dikin, dijîn. Ev êriş ne tekakesî ne, bi tevahî polîtîk in û encama vê pergalê ne. Divê siyaset bi berpirsiyarî tevbigere. Divê berpirs hesab bidin."
Piştre Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî axivî û got: “Bûyerên li Sêwereg û Mereşê ne bûyerên tesadufî ne. Em encamên tundiyeke sîstematîk dijîn. Em dizanin ku zimanê tundiyê, gotinên nefretê û cudakariyê tevahiya welat dorpêç kiriye. Ne tenê ev desthilat, ji desthilatên berê ve tundiyeke wiha heye û îro em wekî civak berdêla wê didin. Mirovên ku xwe ji ziman û hişmendiya tundiyê rizgar nakin, bi rastî xirabiyê li vê civakê dikin. Heke em bi rastî aştîxwaz bin, divê em înisiyatîf û berpirsyariyê li xwe bigirin. Tundiya li ser jinan, li ser kedkaran û dijminatiya li ser Kurdan bi dehan sal in didome. Em li vî welatî her rengê tundiyê dijîn. Heke em civakeke bê tundî bixwazin, divê em bi hev re têkoşîneke xurt û aştiyane bikin. Em bawer dikin ku çareserî ne bi çekan, lê bi avakirina dibistanên ewle û perwerdeyê pêkan e. Em dikarin bi mamoste, dê û bav û wezîfedarên ewlehiyê yên perwerdekirî, dibistanên ewle ava bikin.”
Daxuyanî piştî axaftinan bi dawî bû.







