Waliyê Dêrsimê Tuncay Sonel ji pêywirê hat girtin
- 13:06 17 Nîsan 2026
- Rojane
DÊRSIM - Waliyê Dêrsimê Tuncay Sonel ji pêywirê hat girtin.
Di dosyaya xwendekara pola 2’yem a Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Doku de di 13’ê Nîsanê de pêşketinek çêbû. Di encama pêşketinan de kurê Waliyê Dêrsîmê Tuncay Sonel, Mustafa Turkay Sonel jî di navê de 13 kes hatin binçavkirin. Bi rojane ji boTuncay Sonel ji peywirê bê dûrxistin û girtin bangawazî tên kirin. Di encama lêpirsîna Gulistan Doku de Tuncay Sonel ji pêywirê hat girtin.
Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê derbarê Waliyê Dêrsimê yê wê demê Tuncay Sonel de ji Serdozgeriya Komarê ya Erziromê re muzakere nivîsand û got ku “guman li ser sûc hatiye tespîtkirin.” Bi sûcê ku wî “sûcê tunekirin, veşartin, an guhertina delîlên sûcekî” kiriye, li dijî Tuncay Sonel lêpirsîn hatiye destpêkirin. Di nivîsê de hat destnîşankirin ku kurê Tuncay Sonel bi sûcên “kuştina bi zanebûn”, “destdirêjî” û “veşartin/tunekirina delîlan” di bin çavan de ye.







