Têkildarî êrîşên li ser karwanê Girê Spî daxuyanî hatin dayîn
- 12:28 27 Cotmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber êrîşên li ser karwanê Girê Spî, li Qamişloyê Însiyatîfa Gel, li Hesekê jî Meclîsa Malbatên Şehîdan daxuyanî dan.
Gelek malbatên ku di sala 2019’an de ji Girê Spî koçberî Reqayê bibûn, di çarçoveya Peymana 29’ê Çileyê de, duh nêzî 100 malbat ji wan vegeriyan axa xwe. Welatiyên Kurd ên ku vegeriyan, rastî êrîşên hovane ji aliyê çeteyan ve hatin, di van êrîşan de wesayîdên wan hatin rawestandin û çend seatan di bin dorpêçê de man.
Li dijî van sûc û binpêkirinan, îro Însiyatîfa Gel li ber avahiya Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî daxuyanî da û xwepêşandanek li dar xist. Bi heman awayî li Hesekê jî ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan ve daxuyanî hat dayîn.
Li ser navê Însiyatîfa Gel daxuyanî bi zimanê Kurdî ji aliyê Rojîn Mûsê û bi zimanê Erebî jî ji aliyê Ibtîsam Hisên ve hat xwendin û wiha hat gotin: “Em bi tundî êrîşên li dijî kesên ku vedigerin bajarê Girê Spî, ji gundewarên Reqayê çêbûn, şermezar dikin. Em nerazîbûna xwe li dijî kiryarên ku ewlehî, rûmeta wan û mafê wan ê rewa yê vegera malên xwe û jiyana di ewlehî û aramiyê de binpê dike diyar dikin.
Hedefgirtin û tirsandina kesên ku vedigerin, binpêkirina mafên mirovan e û li dijî prensîb û nirxên mirovî ye. Mafê her kesê yê jiyana bi ewle û rûmet heye. Her wiha mafê parastina cih û war divê bê parastin û bikeve bin temînatê. Êrîşên wiha ne tenê ewlehiya kesên ku vedigerin dixe xeterê, di heman demê de metirsiyê li ser aştiya civakî jî çêdike û êşa wan kesên ku dixwazin jiyana xwe ji nû ve ava bikin û li deverên xwe aramiyê bibînin, zêdetir dike.
Ji ber vê yekê, em bang li rayedarên têkildar dikin ku berpirsiyariyên xwe bi cih bînin, van êrîşan tavilê rawestînin û parastina pêwîst ji bo kesên ku vedigerin peyda bikin. Her wiha divê lêpirsîneke cidî û zelal bê destpêkirin da ku berpirsiyar hesab bidin û pêşî li dubarebûna van êrîşan bê girtin. Ev yek ji bo parastina sivîlan û mafên wan bêyî gelek girîng e.
Mafê vegera ewle mafekî bingehîn e û divê bê parastin. Aramiya rastîn tenê bi rêzgirtina ji bo rûmeta mirovan, parastina sivîlan, dabînkirina edaletê û misogerkirina hesabpirsînê dikare were bidestxistin. Ewlehî mafê hemû kesan e û vegera malê divê bibe destpêka aramiyê, ne çavkaniya tirs û êşeke nû. Vegera ewle bê parastin pêk nayê û edalet bê hesabpirsîn nayê avakirin.”







