23'yê Çileya 1813'an: Jacobine Camilla Collett ji dayik bû

  • 09:56 23 Çile 2021
  • Di Dîrokê De Îro
Ji femînîstên girîng ên di sedsala 19'emîn de Jacobine Camilla Collett di 23'yê Çileya 1813'an de li Norweçê ji dayik bû.
 
Hinek geşedanên di dîrokê de îro rû dane wiha ne:
 
1813: Ji femînîstên girîng ên di sedsala 19'emîn de Jacobine Camilla Collett di 23'yê Çileya 1813'an de li Norweçê ji dayik bû. Bi piştigiriya bavê xwe jî li dibistaneke keçikan a li Danimarkayê perwerde dît û çû Parîsê. Du salan li Hamburgê jiya. Ji wêjekarên mîna Therese von Bacherart û George Sand bi bandor bû. Ji 1840'î pê ve skeç û çîrokên kurt nivîsand. 50 salî gelek roman bîranîn û gotar nivîsand.Di 1895'an de jiyana xwe ji dest da. 
 
1849: Elizabeth Blackwell a li ABD'ê di 3'ê Sibata 1821'an de ji dayik bû wekî jina yekem a di Konseya Tipa Giştî de dîploma girtiye hat naskirin. Elizabetha di 23'yê Çileya 1849'an de dîplomaya tipê girt hem li Îngilistanê hem jî li ABD'ê wekî reformkar a ehlaqî roleke mezin lîst. 
 
1930: Teresa Zylis-Gara ya Polonyayî 91 sal berê îro ji dayik bû. Terasa stranên Bach , Handel , Brahms , Faure , Chopin û Szymanowski li ser dikê kir repertuar. Terasa bi dengê xwe yê baş tê naskirin. 
 
1990: Li Antalyayê 4 mêran tecawizî jinekê kir. Piştî vê bûyera di 1986'an de qewimî doz hat vekirin. Hat diyarkirin ku Muduriyeta Emniyata Antalyayê ragihandiye ku ew ji fuhuşê dike û hat gotin divê cezayên bersûcan bê daxistin. Jinan li dijî vê di 23'yê Çileya 1990'an de jinan bi dirûşma "Bedena me ya me ye ji destdirêjiya zayendî re na" xwestin dadmendê Dadgeha Bilind îstifa bike. 
 
2019: Lîstikvana şano, dîzî û sînemayê Ayşen Gruda du sal berê jiyana xwe ji dest da. Ayşena di 74 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da ji ber peşçeşêra pankreasê demeke dirêj bû tedawî dibû