27'ê Çileya 1944'an: Aktîvîsta aştiyê Mairead Corrigan hat dinê
- 09:52 27 Çile 2021
- Di Dîrokê De Îro
Aktîvîsta aştiyê ya Îrlandayî Maîread Corringan xwedî Xelata Nobelê, 77 sal beriya niha îro hat dinê. Mairead her tim ji bo aştiyê têkoşin da.
1944: Aktîvîsta aştiyê Mairead Corrigan Îrlandayî hat dinê.
1964: Siyasetmedar Margaret Madeline Chase Smith, ji bo serokatiya Amerîkayê namzet hat nîşandan. Di dîroka Amerîkayê de cara yekem jinek ji bo serokatiyê namzet hat nîşandan.
1991: Nadîna Strosen, bû seroka Yekitiya Azadiya Sivîlan a Amerîkayê (ACLU).
1993: Li Fransayê bi qanûnê astengkirina kurtajê wek sûc hat nirxandin.
2011: Derbarê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Aysel Tugluk de doz hat vekirin û 70 sal ceza hat xwestin.
2016: Bi dirûşma "Bi jina azad re ber bi Sûriyeyeke Demokratîk" li Dirbêsîyê ya Kantona Cizîrê 2'yemîn Konferansa Yekitiya Star pêk hat.
2017: Li Fransayê li dijî zewicandina bi zorê ji bo jinan cih hat veqetandin û biryarek wisa hat girtin.