31'ê Çileya 2015: DOKH'ê 1'emîn Kongreya Jinan pêk anî
- 09:45 31 Çile 2021
- Di Dîrokê De Îro
Tevgera Jinên Demokratîk û Azad (DOKH) 1'emîn Kongeraya Jinan bi 501 delegeyan û bi tevlibûna jinên ku ji gelek deverên cîhanê tevli bûn pêk anî.
Hin bûyerên girîng ku îro di dîrokê de pêk hatine wiha ne:
1820 :Jina yekem ku zanîngeh xwendiye ya feminist Concepcîon Arenal li Galîçyayê di 31'ê Çileya 1820''î de hat dinê.
2015 : Tevgera Jinên Demokratîk û Azad (DOKH) 1'emîn Kongeraya Jinan bi 501 delegeyan û bi tevlibûna jinên ku ji gelek deverên cîhanê tevli bûn pêk anî.
2016: Ji aliyê jinên li Şaredariya Gel a Hesekê dixebitîn ve li Taxa Salîhiyeyê Xwaringeha Jinên Rojavayê Kurdistanê hat vekirin.
2016: Hewldana Jinê ya ji bo Aştiyê (BÎKG) di çarçoveya kampanya xwe ya bi sernavê "Em ne li aliyê mirinê li aliyê jiyanê ne. Em mafê xwe yê aştî û heqîqetê diparêzin" li gel dorpêça polîsan bi tevlibûna bi hezaran jinan li Qda Îskelê ya Kadikoyê çalakî li dar xist.
2020: Diyanet Bîr Sen'ê, ji bilî HDP'ê ji çar partiyên siyasî û ji serok komar re nameyek şand û Peymana Stenbolê ku yek ji destkeftiyên jina ye kir hedefa xwe.