28'ê Sibata 2016: Pîrebokên Kampusê damezrandina xwe îlan kirin

  • 10:41 28 Sibat 2021
  • Di Dîrokê De Îro
 
Rêxistina jinên zanîngehan Pîrebokên Kampusê bi çalakiya li Zanîngeha Bogaziçiyê avakirina xwe îlan kirin. 
 
Hinek bûyerên din ên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
 
1909: Partiya Sosyalîst a Emerîkayê di 28'ê Sibata 1909'an de li Newyorkê piştî "Roja Jinan" li dar xistin di Konferansa Jinên Sosyalîst a Navneteweyî ya 1910'an de hat pêşiniyarkirin ku "Roja Jinan" bê lidarxistin.
 
2015: Li Cizîra Şirnexê jinên KESK'î û Meclîsa Jinê di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de çalakiya kermesê li dar xistin. Li kermesa ji bo alîkariya avakirina ji nû de ya Kobanê pirtûk, xwarinên herêmî û xişr hatin pêşandan. 
 
2016: Encamnameya  1'emîn Konferansa Aboriyê  ya Kongreya Jinên Azad (KJA) ya li Amedê hat lidarxistin hat eşkerekirin.  
 
2018: Jinên li Girtîteha Şakranê ya Îzmîrê bi destên xwe nivîs nivîsandin û kirin wekî kova Roperî ya ji sê mehan carekê. 15'emîn hejmara wê di dîrokê de îro hat çapkirin.