27'ê Nîsana 1759'an: Parêzvana mafên jinan Mary Wollstonecraft hat dinê
- 10:46 27 Nîsan 2021
- Di Dîrokê De Îro
Nivîskar, feylesof û parêzvana mafên jinan a Îngiliz Mary Wollstonecraft hat dinê. Mary di sala 1792'an de bi pirtûka "Pekanîna Mafên Jinan" hat nasîn. Mary, biryar da ku bi nivîskariyê debara xwe bike. Roman û nivîsên lêkolînê ye felsefeyê, pirtûkên zarokan û pirtûkên dîrokê nivîsand. Di sala 1979’an de piştî keça xwe anî dinê jiyana xwe ji dest da. Gelek nivîsên wê yê destan mal. Keça wê ya duyem jî wekî dayika xwe di hêla nivîsê de serkeftî bû.
1927: Parêzvana mafên mirovan û aktîvîsta aştiyê Coretta Scott King hat dinê.
2006: Li Îngilistanê Sarah Richards e transseksuel mafê teqewîtbûnê ya di temenê jinê de girt. Ji ber ku mêr di 65 salî de teqewît dibin. Sarah jî serî li Dîvana Edaletê ya Ewropayê da û mafê teqawîtbûnê ya di temenê 60 salî girt.
2007: Li Îzmîre bi navê "Li dijî şîdetê karta sor" turnuvayek hat organîzekirin.
2008: Meclîsa Jinan a Partiya Civaka Demokratîk (DTP) 1'yemîn Konferansa xwe li Amedê li dar xist.
2012: Li Bursayê Komeleya Piştevaniya Jinan a Mor Salkim hat avakirin. Komele xizmetê dide jin û zarokên ku bi şîdetê re rûbirû mane.
2013: Ji hêla Odeya Endezyarên Ceryanê bi navê “Jiyana xebatê û jin" konferansek li dar xist.
2017: Li Moskovaya Rusyayê 2’yemîn Konferansa Jinên Kurd hat lidarxistin.