15'ê Gulana 1932: Kovara Hawar dest bi weşanê kir

  • 10:58 15 Gulan 2021
  • Di Dîrokê De Îro
Kovara yekem a bi Kurdî Hawar, li paytextê Sûriye Şamê dest bi weşanê kir.
 
Kovara yekem a bi Kurdî Hawar, li paytextê Sûriye Şamê dest bi weşanê kir. Bi giştî 57 hejmarên kovarê hatine weşandin û heta 1943'yan weşana xwe berdewam kiriye.  23 hejmarên ewil ên kovara ku ji aliyê Celadest Elî Berdirxan ve li şamê hatin weşandin hem bi alfebeya Latînî bi tîpên kurdî û hem jî bi alfebeya Erebî hatiye çapkirin. Lê kovar ji hejmara xwe ya 24'emîn vir de bi tîpên latînî û bi alfebeya kurdî hatiye weşandin. Hejmara kovarê ya dawîn di 15'ê Tebaxa 1943'yan de hat weşandin.  Her çend ku hejmarên kovarê bi piranî bi zaravayê Kurmancî hatibin weşandin jî di nav de zaravayên Soranî û Zazakî de jî cih girtine.
 
Hemû hejmarên Kovarê, piştr ji aliyê Firat Cewherî ve di sala 1998'an de ji nû de hatin çapkirin. 
 
Dîroka hejmara yekemîn a Kovara Hawarê ku hat weşandin 15'ê Gulana 206'an ve her sal wekî Cejana Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. 
 
1992: Jinan li dijî kontrola bekaretê ku li navçeya Ula ya Muglayê û li navçeya Sîmav a Kutahyayê bû sedema întîahar du xendekaran li Enqerê li ber Wezareta Perwerdeya Millî bi pankarta ku dirûşma "Ji zîhniyeta namûsa bi zar re na" li ser nivîsandin çalakiya şermezarkirinê li dar xistin.
 
2019: Meclisa Ciwanan a HDP'ê di saetên êvarê de li ser Pira dehçavî ku li navçeya Sûrê ya Amedê ye bi mûman dirûşma "Bijî berxwedana zindanan", "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" û "Leyla Guven Rûmeta me ye" nivîsandin. Kesên li derdorê jî piştgirî dan çalakiyê.