2'yê Tebaxa 2005: Feminîst û endama PENa Kurd Roya Tolouî hat girtin
- 12:34 2 Tebax 2021
- Di Dîrokê De Îro
Damezrînera Komeleya Jinên Kurd ên li Kurdistanê Aştiyê Diparêzin û endama PENa Kurd Roya, di Nîsana 2005'an de li Dadgeha Şoreşê hat darizandin û bi îdaya ewlehiya netewyî dike xeterê hat sûcdarkirin.
Roja ya di Cotmeha 205'an de bi kefaletê serbest hat berdan, piştî xepêşandanê li herêma rojhilat a Kurdistanê careke din hat giritn. Piştî ku serbest jî ma çû DYA'yê.
Hin bûyerên girîng ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:
1894: Li Hollandayê "Komeleya Mafê Dengdayîna Jinê" hat damerzrandin.
1919: Meclisên Eyaletên Montana û Nebraska yên DYA'yê guhertina xala qanûnê ya 19'emîn ku mafê dengdayîna jinê misoger dike erê kirin.
1988: Rêya Hewayî ya Îralndayê firîna xwe ya yekem ku ehmû murettebatên wê jin bûn di nabera Aer Lîngus, Dullîn Shannonê de pêk anî.
1988: Romana Leyla Erbîl a bi navê "Evînên Nameyê" hat weşandin. Pirtuk ji nameyên heft ciwanan ku ji hev re nivîsîne pêk tê.
1998: Li Stenbolê bi banga Înîsiyatîfa Xweser jinên ku hatin gel hev ji bo Konca kurîş a ku wekî feminîsta îslamît dihat naskirin û li Mêrsîn ji ber mala xwe hat revand çalakî li dar xistin. Konca piştî hat revandin bi 555'rojan cenazeyê wê yê îşkencekirî hat dîtin.
2016: 1'emîn Konferansa HPC-Jin, bi tevlibûna 250 delegeyan li bajarokê Rîmelan ê Girikê Legê hat lidarxisitn. Di konferansê de mecliseke ji 45 kesî pêk dihat, koordînasyoneke ji 13 kesî, serok û alîgirên wan hatin hilbijarti
2019: Li Erebistana Siûdî, mêrekî diyar kir ku bêyî destûra vasî dikare destûrê bide jinan ku li dervê welêt seyahetê bikin.