5'ê Tebaxa 2019: Xwediyê xelata nobelê Toni Morrison jiyana xwe ji dest da
- 12:30 5 Tebax 2021
- Di Dîrokê De Îro
Tonîyê nêzî 10 salan li Zanîngehên Texas Southern û Howardê perwerdeya Îngilîzî da. Piştre li Random Houseyê edîtortî kir. Di 1987'an de romana wê ya Hezkirî (Beloved) ya herî zêde xelat girt hat weşandin. Tonîyê di 1988'an de xelata Pulitzer û di 1993'yan de jî Xelata Wêjeyê ya Nobelê girt. Toniyê di 5'ê Tebaxa 2019'an de li New Yorkê jiyana xwe ji dest da.
Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
1929: Ji aktivistên ji bo jinan mafê dengdayinê ya li Îngilistanê Dame Millicent Garrett Fawcett di 11'ê Hezîrana 1847'an de ji dayik bû. Millicent di têkoşîna ji bo jinan mafê dengdayinê de axaftina xwe ya yekem di 1868'an de pêk anî. Piştre bû seroka Yekîtiya Neteweyî ya Komeleyên Mafê Dengdayinê ya Jinan (NUWSS). Bi têkoşîna jinan di 1918'an de Zagona Nûnertiyê ya Gel hat qebûlkiirn û bi vê yekê mafê dengdayinê ji bo nêzî 6 milyon jinî hat dayin. Millicent di 5'ê Tebaxa sala 1929'an de li Londonê jiyana xwe ji dest da.
2015: Li Amedê bi banga Kongreya Jinên Azad (KJA) gelek sazî û nûnerên partiyên siyasî hatin gel hevdu û bi sedan jinî li dijî şer "Hewildana Aştiyê ya Jinê ya Amedê" ava kirin.
2016:Bi dirûşma "Ez xwedî li serokê xwe, li ax û azadiya xwe derdikevim" KJA'yê starta kampanyaya xwe ya 6 mehî da. Berdevka KJA'yê Ayla Akat Ata bi dirûşma "Her Warek Welatek" jin vexwend piştevaniyê û got ew ê mal, kuçe, gund û bajaran ji nû de ava bikin.
2020: Rojnameger û aktivîst Sadia Dehlvi ya Hîndîstanî di 1957'an de li Delhiya Nû ji dayik bû. Di rojnameya "Hindustan Times" a lê dixebitî û di kovara "Frontline" de bi Urduyî, Hintî, Îngilizî nivîskariyê quncikê kir. Sadiayê salek berê ji ber pençeşêra sîngê li nexweşxaneya lê tedawî didît jiyana xwe ji dest da.