16'ê Îlona 2020'î: Însiyatîfa Dayikên Gerîla hat avakirin

  • 11:07 16 Îlon 2021
  • Di Dîrokê De Îro
Li Bajarê Qamişloyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî bêdengiya raya giştî ya navneteweyî, li hember talan û êrişan 'Însiyatîfa Dayikên Gerîla' hat avakirin. 
 
Însiyatîfê bi daxuyaniya çapemeniyê hemleya ku pêk anî da ragihandin û diyar kir dê her hefte çalakiyên cuda li dijî êrişan bên kirin. Cara yekem bi beşdariya gelek kesî li Dêrik û Qamişloyê çalakiyên yekem pêk hatin. Di daxuyaniyên hat dayin de talana ekolojîk û êriş hatin şermezarkirin. 
 
Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
 
1846:Parêzvana mafên jinan Anna Kingsford, îro ji dayik bû. Piştî Elizabeth Garrett Anderson ji yekem jinên ku diplomaya tipê girtiye. Ew di heman demê de parêzvana ajalan bû. Di 22'yê Sibata 1888'an de koça dawî kir. 
 
1861:Mamoste û mûcîta Emerîqayî Miriam E. Benjamin, îro ji dayik bû. Di 17'ê Tîrmeha 1888'an de wê ji bo otelên îcata wê bûn gong û paldankên sinyalê girt û îcada wê ji aliyê nûnerên meclîsa Emerîqayê hat qebûlkirin. Miriamê di 1947'an de koça dawî kir. 
 
1887: Mamosteya Muzikê ya Fransizî  Juliette Nadia Boulanger yek bestekara berbiçav a sedsala 20'emîn bû. Gelek carî wekî muzîsyen ders da xwendekaran. Di 22'yê Cotmeha 1979'an de koça dawî kir. 
 
1935:Nivîskara Arjantînî Esther Margareta Vilar îro ji dayik bû. Berî bibe nivîskar wekî bijîşk perwerde girt. 
 
2015:Sendîkaya Îngilistanê ya herî mezin Unite the Union bang kir ku dewleta tirk demildest dest bi hevdîtinên aştiyê bike û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan serbest bê berdan. 
 
2019:Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî qeyûmên di 19'ê Tebaxê de tayînî şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê hatin kirin bi dirûşma "Hevserokatî xeta me ya xemrî ye" li gelek bajaran dest bi çalakiyên hemdemî kirin.