30'yê Adara 1863'yan: Filozof Mary Whiton Calkins ji dayik bû
- 09:48 30 Adar 2022
- Di Dîrokê De Îro
Fîlozof, derûnas Mary Whiton Calkins, 30'yê Adara 1863'yan de ji dayik bû. Mary a di Koleja Wellesleyê de demeke dirêj mamostetî kir li ser hafiza û xewnan lêkolîn kir. Mary di heman demê de bû jina yekem a Seroka Komeleya Derûnî û Felsefeyê.
Hinek geşedanên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
1882: Melanie Klein a nivîskar û psîkanalîst a di warê xebatên analiza zarokan de dihat naskirin îro hat dinê.
1842: Wênesaza Fransizî Elisabeth Louise Vigée Le Brun di 16'ê Nîsana 1755'an de ji dayik bû. Elizabeth a wekî Wênesaza Portreyê dihat naskirin bala arîstokrat, aktor û nivîskarên Ewropayî dikşîne. Elisabeth, 179 sal berê îro jiyana xwe ji dest da.