18'ê Nîsana 2019'an: Dîwarê li derdora şaredariyê hat hilweşandin
- 09:20 18 Nîsan 2022
- Di Dîrokê De Îro
Dîwarê ku di dema qeyûm de li dora Şaredariya Qosera Mêrdînê hatibû lêkirin, bi biryara Hevserokên Şaredariyê di 18'ê Nîsana 2019'an de hat hilweşandin û demborê yekemîn jî Hevşaredara HDP'yî Nîlufer Elîk Yilmaz li dîwêr da.
Hin bûyerên girîng ku îro di dîrokê de pêk hatine wiha ne:
1935: Jinên Cîhanê ji bo 12'emîn Kongreya Naventeweyî ya Jinan li Stenbolê kom bûn. Yekitiya Jinan a Navneteweyî (International Alliance of Women / IAW) kongerya xwe ya 12'emîn, bi malovaniya Yekitiya Jinên Tirkiyeyê di 18-24'ê Nîsana 1935'an de li Stenbolê pêk anîn.
2019: Li navçeya Qoser a Mêrdînê, dîwarê ku bilindahiya wî 2 metre ji aliyê qeyûm ve li dora şaredariyê hatibû pêçan hat hilweşandin. Di dema hilweşandina dîwêr de Hevşaredara Qoserê ya HDP'yî Nîlufer Elîk Yilmaz û hin endamên Meclisa Şaredariyê jî amade bûn. Hevşaredar Nîluher demborê yekemîn li dîwêr da û piştî Nîluferê endamên meclisa şardariyê û şêniyên Qoserê bi hev re dîwar bi temamî hilweşandin.