7’ê Gulana 1748'an: Olympe de Gouges ji dayik bû
- 09:06 7 Gulan 2022
- Di Dîrokê De Îro
Di 7’ê gulana 1748'an de Marîe Gouze ya ku piştî mirina hevjînê xwe, ji xwe re dibêje Olympe de Gouges ji dayik bû. Olympe de Gouges nivîskara lîstika şanoyê ye, femînîst û parêzvanek xurt a mafên jinan e. Olympe di dema Şoreşa Fransayê de pir çalak bû lê piştî Şoreşa Fransayê ku tu maf nedan jinan ew pir hêrs bû. Di wê deme de her tim hêrsa xwe li dijî siyasetmedarên mêr ên navdar anî ziman û ji ber vê yekê bi giyotînê hat qetilkirin. Di dema ku wê bi giyotînê wê qetil bikin jî derdikeve parastina mafên jinan a siyasetê dike û dibêje: “Eger jin bi karibin bi rêya giyotine bên qetilkirin divê rêya polîtîkayê jî ji wan re bê vekirin.”
Olîmpe danezana Mafên Mirovan a ku piştî Şoreşa Fransayê hatibû weşandin, rexne kir û carekê din li gel xalên hatin nivîsandin şîroveya xwe nivîsî û rexne kir. Di têkoşîna wekheviyê de azadî ji bo wê wekî pirsgirêkek bingehîn bû. Olympe ne tenê wekheviya jin û mêran, ji bo mafên zarokan û li hemberî koledariyê jî têdikoşiya. Ji bo hêsankirina hevberdana jin û mêran, ji bo mafên zarokên ku ji derveyî zewacê ji dayik bûyîn û her wiha paraştina mafê jiyanê li dijî cezayê darvekirinê gelek nivîs nivîsandibûn.
Di dîrokê de hin geşdanên îro qewimîne wiha ne:
2015: Li Mahabadê Ferînaz Xosrawanî (26) ya ku hat iddiakirin dema ku li otêlêkê dixebitî Endamên Yekineya Îstixbarata Îranê destdirêjî lê kiribûn, li dijî destdirêjiyê xwe ji qata çaremîn a otêlê avêt û dawî li jiyana xwe anî. Ji bo Ferînazê çalakî hatin destpêkirin û çalakvanan Otêla Tarayê şewitandin.
2016: Di cîhanê de her sal di meha gulanê de yekemîn roja şemiyê wek Roja Ajokarên Motosîkleta Jinan tê pîrozkirin. Ji vê pîrozkirinê armanc ew e ku hebûna ajokarên motorsîkletên jin ên li ser rêyan bi bîr bînin û jinan teşwiq bikin ku motosîkletan bi kar bînin.
2018: Li Tûnîsê di hilbijartinên herêmî de Namzeta Tevgera Nahdayê Suad Îbrahîm bû şaredara paytexta Tûnîsê. Nahda ji dengan sedî 33,8 girt û di dîroka Tûnîsê de bû yekemin şaredara paytextê.
2020: Komeleya Jinên Rosayê, Marketa ŞOK’ê ku karkerên bê destûr didan xebitandin û dijbertiya jinê dikir li ser hesabên xwe yên medyaya civakî teşîr û boykot kir.