16'ê Gulana 1975: Junko Tabeî derket Girê Everestê
- 09:12 16 Gulan 2022
- Di Dîrokê De Îro
Junko Tabeî, di 16'ê Gunaa 1975'an de bi Girê Everestê de hilkişiya û bû jina yekemîn ku derket ser vî girî.
Junko Tabeî, di 16'ê Gunaa 1975'an de bi Girê Everestê de hilkişiya û bû jina yekemîn ku derket ser vî girî. Herwiha jina çiyager a Japonî di 1992'yan de ji ber ku li 7 parzemînan derket ser 7 çiyayên herî bilind û nîşa yekemîn jina çiyager girt. Junko piştî ku bi Çiyayê Fujî ve hilkişiya di 20'ê Cotmeha 2016'an de di 82 saliya xwe de ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da.
1925: Miova Zanist û astronom Nancy Grace Roman ji dayik bû. Nancy rêvebera Daîreya Feza û Hewavaniyê (NASA) ya yekem a jin e.
2019: Koordînasyona Kongerya Star a Efrînê, li navçeya Ehdes ya Şehbayê bi dirûşma "Bi berxwedana li zindanan wê Rêber Apo Azad bibe" çalakiya kon li dar xist. Çalakî 9 rojan hat berdewamkirin.
2019: Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê li Taxa Cudiyê wesayita zirxî, li Fevziye Şengul qelibî. Wesayita zirxî piştî bûyerê ji taxê derket û jina ku birîndar jî bû rakirin nexweşxaneyê.