24’ê Gulana 2014'an: Hewldana Serokên Şaredariyê ya Jinan hat avakirin

  • 11:01 24 Gulan 2022
  • Di Dîrokê De Îro
 
Di 24’ê Gulana 2014’an de li Amedê “Hevdîtina Serokên Şaredariyên Jin a ji Mêj ve Heta Niha” ya 3’yemîn a Tirkiyeyê pêk hat û di hevdîtinê de biryara “Hewldana Serokên Şaredariyê ya jinan” hat girtin.
 
Di hevdîtina ku nîqaşên kûr, danûstendinên serpêhatî û danasîn hatin kirin de şaredar û hevşaredarên berê û yên nû yên him ji Tirkiyeyê him jî ji herêmê hatin ba hev. Encamnameya hevdîtinê  ji hêla serokên şaredarên jin ve hat nivîsandin û di dawiya hevdîtinê de Serokê Şaredariya Nisêbînê ya kevin Ayşe Gokkan encamname xwend. Li gorî encamnameyê jinan di hevdîtinê de biryarên girîng girtin.  
 
Di dîrokê de hin geşedanên qewimîne wiha ne:
 
2014: Li Îngilistanê parêzvana mafên reşikan Sasha Johnson hat gulebarankirin û ji serê xwe birîndar bû. Înîsiyatîfa Take the Initiative Party a ku ji bo reşikan hatî avakirin diyar kir ku Sasha li Londonê bi êrişê re rûbirû ma û birînda bû. Hat diyar kirin ku rewşa dayika 2 zarokan a 26 salî di xeterê de ye. Her wiha Sasha gelek caran bi kuştinê hatiye tehdîtkirin.  
 
2015: Televîzyona Dewletê ya Sûriyeyê ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê yên ku bajarê dîrokî û kevnar ê Palmîrayê dagir kiribûn 400 jin û zarok qetil kirine.
 
2016: Jinan li Enqereyê li dijî rapora Komîsyona Hevberdanê ya Meclîsê ya di pêvajoya hevberdanê de mafê jinan ji wan distîne û mijara zarokên ku dikarin bi tecawizkarên wan re bên zewicandin êrenî didît tê de cih digirt, çalakî pêk anîn.
 
2019: 12 jinên Aktivîst ên Tevgera Jinên Azad (TJA) û endam û rêvebirên Komeleya Jinan a Rosayê yên di çarçoveya lêpirsina Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di 22’yê Gulana 2019’an de hatibûn binçavkirin, hatin girtin.