13'yê Sibata 1967'an: Helbestkar Furug Ferruhzad jiyana xwe ji dest da

  • 09:01 13 Sibat 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Helbestkar Furug Ferruhzad, li navçeya Baghrî Kamasacî ya Tahranê di encama qezayê de jiyana xwe ji dest da. Hat îdakirin ku qeza suîqesteke ji aliyê Şah ve hatiye kirinê ye. 
 
Helbestkar Furug Ferruhzad di 5'ê Çileya 1935'an de li Tehranê ji dayik bû. Furug hîn di 16 saliya xwe de dilê wê dikeve Perviz Şapûr ê di qada hunerê de navdar e û bi temenekî mezin ji Furugê mezintir e. Tevî dijderketina malbatê jî dîsa dizewicin. 
 
Salekê piştî zewaca wan di 1952'yan de lawê wan Kamyar ji dayik dibe. Piştî zarok çêdibe ew û hevjînê xwe li hev nakin û dev ji hevdu berdidin. Furugê bi 'bêîffetiyê' tê sûcdarkirin û ji welayeta zarok bêpar tê hiştin. Li gor hinek jêderkan jî tê gotin lawê xwe yê ji aliyê bavê xwe ve hatiye mezinkirin qet nedîtiye. 
 
Pirtûka helbestê ya yekem a Furug Furruhzad a bi navê Hêsîr di 1955'an de tê weşandin. Di heman salê de bi teşhîsa depresyonê li klînîkeke psîkîyatriyê radizê û tedawiyê dibîne. Piştre derdikeve gera li Ewropayê ya ew ê 9 mehan bidome. Di 1956'an de pirtûka wê ya duyem a Dîwar û di 1958'an de jî pirtûka wê ya bi navê Raperîn tê çapkirin. 
 
Di 1959'an de Furugê li şîrketa filîman a bi navê Gulîstanê dixebite û wê fersendê dibîne ku afirîneriya xwe di vê qadê de jî bi kar bîne. Lîstikvanî, senaristî, kameramantî, alîkartiya derhêneriyê, edîtrotiya film dike. Tecrubeya wê ya yekem belgefilmê bi navê Agirek di Mîhrîcana Belgefilm a Îtalyayê de xelata yekem digire. Fîlmê wê yê bi navê Mala Reş di 1962'yan de tê kişandin û di Mîhrîcana Fîlman a Ober Havzen de xelata filmên herî baş digire. Filmê Mala Reş jiyana li Mala Cuzamiyan a Tebrizê rave dike. Di dema kêşana film de Huseyinê 6 salî ku nas dike ji xwe re xwedî dike. Di 1962'yan de UNESCO ji bo Furugê belgefilmeke ji 35 deqeyan pêk tê amade dike. Di heman salê de Bernardo Bertolucci diçe Îranê û pê re hevdîtinê dike û di derbarê wê de filmê ji 15 deqeyan pêk tê çêdike. Di 1964'an de pirtûkek nû ya helbestê çap dike. Ev pirtûka ya bi navê Zayineke bi Hawekî din wergera wê ya bi zimanê tirkî jî tê kirin. Ev berhem di wafa helbeta Furugê de wekî  berhema herî serkeftî tê qebûlkirin. 
 
Furug ji xeynî helbest û sînemayê bi şano û wêneyan jî mijûl dibe. Di wêneyên xwe de rengan bi hostetî bi kar tîne. Lîstikeke Bernard Shaw werdigerîne Farisî. Her wiha di lîstika Şeş Heb li Nivîskarê xwe Digere ya Pirandello de derdikeve ser dikê. Furuga ku ji ajotina bi hêz a ji wesayetê hez dikir di 13'ê Sibata 1967'an de ji bo li serwîsa dibistanê ya derdikeve pêşberî wê nexe bê li frenê dike û dipengize. Dema jiyana xwe ji dest da 33 salî bû. Pirtûka helbesta wê ya nêvî mabû ya bi navê Em ji Destpêka Demsala Sar Bawer Bikin piştî jiyana xwe ji dest dide tê çapkirin. Bîranîn, roportaj, nameyên Furugê di pirtûka Cîhan Ji Bo Hezkirinê Pir Biçûk e tên tomarkirin. Di nameyek hîn ciwan bû û nivîsandibû de wiha dibêje: "Daxwaz û arezûya min azadiya jinên Îranî ne. Ez dixwazim mafên wan jî bi yên mêran re wekî hev bin. Ez di vî welatî de di vê jiyana bêedalet a mêran de tengasiyên xwişka min dîtine dizanim. Ez nêviyê hunera xwe ji bo derd û izdiraba wan bi kar tînim." Jiyana kurt a Furugê gelekî serkeftî ye. Ji jiyan û hilbarandinê hez dikir. 
 
Furuga  bi wêrektî û behreya xwe ji nifşên nû re bû feyz li Navçeya Bagheri Kamasaei ya Tehranê di encama qezayekê de jiyana xwe ji dest da. Ji aliyekî jî tê gotin ev dibe ku sûîkasta Şah be jî. 
 
Hinek geşedanên din ên di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
1881: Hejmara yekem Rojnameya femînistan a Firansayê ya bi navê La Citoyenne derket. 
 
2015: Serokwekîla Koma HDP'ê û Parlamentera Îdirê Pervîn Buldan ji bo li Tirkiyeyê Wezareta Jinan bê avakirin teklîfa qanûnê da. Di teklîfê de bal kişandibû ser pirsgirêkên jinan. Her wiha hatibû gotin mînakên vê yekê li welatên mîna Swêd, Norveç, Luksembûr, Danîmarka û Îspanyayê heye.  
 
2016: KJA ji bo ku aboriyê ji nû de şîrove bike û jin çawa dikarin di nava xebatên aoriyê de cih bigirin di 27-28'ê Sibatê de li Amedê Konferansa Aboriyê ya Jinan li dar xist. 
 
2023: Ji hêla pisporên serbixwe yên Portekîzê ve raporek hat weşandin û rapor piştî xebateke salekî hat amadekirin. Rapor ji hêla şandeyeke ji 6 kesan pêk tê ve hat weşandin. Li gorî raporê ji sala 1950’an heta îro xebatkarên Dêra Katolîkê destdirêjî li 4 hezar 814 zarokan kiriye. Di raporê de hat destnîşan kirin ku 512 kesên ku destdirêjî lê hatine kirin têkilî hatine danîn. 
 
Ji 77 rahîb ve û yên din jî wezîfedarên dêrê ve destdirêjî li zarokan kiriye. Ji sedî 48 mexdûr bi serê xwe hatin hevdîtin pêk anîn, di nav de ji sedî 47 kes jin in yên din jî mêr in. Di raporê de hat destnîşan kirin ku ji ber ku sûc dem borî bûye tenê 25 bûyer întîqalê dozgeriyê bûye. Derbarê destdirêjiya li dêran pêk hatî de li Elmanya, Fransa, Îrlanda, Avusturya û Hollandayê rapor hatibûn amadekirin.