1'ê Gulana 1886'an: Li Chicagoyê nîv milyon karker meşiyan
- 09:01 1 Gulan 2024
- Di Dîrokê De Îro
Di 1'ê Gulana 1886'an de bi pêşengiya Konfederasyona Sendîkayên Karkeran ên Amerîkayê li dijî xebata 12 saeatan û 6 rojan, karker dev jî kar berdan û dest bi meşê kirin. Meşa ku li Chicagoyê hat lidarxistin nîv milyon karker tevlî bû. Li Luizvilê 6 hezar karkerên reşik û spî bi hev re meşiyan. Vê demê parkên Luizvilê ji reşikan re girtî bû. Karker piştî meşê bi hev re berê xwe dan Parkên Neteweyî. Çalakiyên karkeran ên li her eyalet û bajaran bi karkerê reşikî û spî hatî lidarxistin di rojnameyan de "Dîwarên pêşdaraziyê hat hilweşandin" hat nirxandin.
Di 1'ê Gulanê de tevgera karkeran dom kir û di 4'ê gulanê de jî Bûyera Bixwîn a Haymarketê pêk hat. Ev çalakî bi qanûnan hat astengkirin. Di 14'ê tîrmeh-21'ê tebaxa 1889'an de 2'yemîn Enternasyonalê de karkereke fransî peşniyara bila 1'ê Gulanê li tevahiya cîhanê wek "Roja Piştevanî, Têkoşîn û Yekitiyê" bê nasîn. Bi vê wesîleyê çalakiya 2'yem di sala 1890'î de pêk hat.
Di dîrokê de hinek geşendanên îro qewimîne wiha ne:
1977: Di êrişên ku li Qada Taksîmê pêk hatî de li gorî hîn çavkaniyan 34 kes hatin qetilkirin û 136 kes jî hatin birîndarkirin. Piştî çend sal şûnde Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) xebatek kir û di encama xebatê de diyar kir ku 41 kes hatine qetilkirin. Bûyer di dîrokê de wek "1'ê Gulanê ya Bixwîn". Navê kesên ku di êrişê de jiyana xwe ji dest dane wiha ne; Ahmet Guzukara, Aleksandros Konteas, Alî Sîdal, Alî Yeşîlgul, Bayram Çitak, Bayram Eyî, Bayram Surucu, Dîran Nîgîz, Ercument Gurkut, Garabet Akyan, Hacer Îpek Saman, Hamdî Toka, Hasan Yildirim, Hatîce Altun, Hîkmet Ozkurkçu, Huseyîn Kirkin, Jale Yeşîlnîl, Kadîr Balcı, Kadriye Duman, Kahraman Alsancak, Kenan Çatak, Leyla Altiparmak, Mahmut Atîlla Ozbelen, Mehmet Alî (Mustafa) Elmas, Mehmet Alî Genç, Mehmet Alî Kol, Meral Cebren (Ozkol), Murtezîm Ortulu, Mustafa Ertan, Nazan Unaldi, Nazmî Ari, Niyazî Dari, Omer Narman, Ozcan Gurkan, Ramazan Sari, Rasîm Elmas, Sîbel Açıkalin, Tevfik Beysoy, Yucel Elbîstanli, Ziya Bakî û merê 35 salî ê ku nasnameya wî ne diyar e.
1979: Li Stenbolê çalakiyên 1'ê Gulanê hatin qedexekirin û derketina li kolanan jî hatin qedexekirin. Seroka Giştî ya Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Behîce Boran û 100 kes hatin binçavkirin. Behice Boran û 330 kesên endamên TÎP’ê di 6'ê gulanê de hatin girtin. Komek endamên DÎSK'ê jî li Îzmîrê bi "destûrî" 1'ê Gulanê peşwazî kirin.
1988: Kovara Kaktus a sosyalîst û femînist dest bi weşanê kir. Kovar heta îlona 1990'an 12 hejmar derxist.
2010: Piştî 32 sal şûnde cara yekem li Taksîmê 1'ê Gulanê hat pêşwazîkirin.
1910: Behîce Boran li Bursayê hat dinê. Behîce, heta dawiya emrê xwe di nav şoreşê de ma û ji ber fikr û ramanên xwe gelek caran bi zext û zordariyê re rûbirû ma. Ji ber belavoka Şerê Koreyê 15 sal ceza girt. Di sala 1953'yan de ji ber doza TKP'ê 3 meh hat girtin. Piştî darbeya 27'ê Gulana 1962'yan Partiya Karkerên Tirkiyeyê hat avakirin û bû endama partiyê. Di hilbijartina giştî ya sala 1965'an de bû parlamentera Rihayê û her wiha di Parlamentoya Ewroyê de temsîliyeta Tirkiyeyê kir. Behîce di kongreya 4'emîn de bû seroka TÎP'ê. Di 12'yê adara 1971’an de partî hat girtin û 25 sal ceza dan wê. Di sala 1974'an de serbest hat berdan û carek din TÎP'ê avakir. Di darbeya 12'yê Îlona 1980'an de hemû partî hatin girtin. Demek li malê di binçavan de ma. Piştî ku Behîce nexweş ket neçar ma ku berê xwe bide derveyî welat. Di sala 1981'an de ji welatîbûna Tirkiyeyê hat derxistin û Behîce li Belçîkayê bi cih bû. Di 10'ê cotmeha 1987’an de li Brûkselê jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wê anîn Tirkiyeyê. Merasîma cenazeyê li Meclîsê pêk hat û piştre jî Behîce li Goristan Zîncîrlîkuyu ya Setenbolê hat definkirin.