Malbatên girtiyan: Terkî mirinê tên kirin
- 09:05 24 Kanûn 2024
- Rojane
Arjîn Yuksekbag
ENQERE- Malbatên girtiyan bal kişandin ser rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş Rihan Kavak Ozbek û Selver Yildirim û binpêkirinên giran ên mafan li girtîgehê û wiha got: "Bi tahrîkan êrîşî rûmeta girtiyan dikin û tedawiya wan bi vî rengî asteng dikin. Mafê girtiyan ê jiyanê ji wan tê giritn û wan terkî mirinê dikin."
Girtîgeh cihên ku ji mafê jiyanê bigire heta mafê gihandina tenduristiyê her cure tundî, zext û binpêkirinên herî giran li wan tên kirine. Her çend li gorî pîvan, peyman û protokolên navneteweyî bêyî ku tu cudahî di navbera kesên ku azadiya wan tê astengkirin û beşên din ên civakê de divê tune ber jî , bi taybetî ji bo girtiyên siyasî yên li Tirkiye û Kurdistanê ev maf nayên pêkanîn. Ligel ku xwegîhandina mafê tenidirustiyê mafê herî mirovî ye, li girtîgehan ev maf vediguhere îşkenceyê.
Malbatên 2 girtiyên nexweş Selver Yildirim û Rihan Kavak Ozbek ên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ku binpêkirina mafan a herî giran lê tê kirin, bang li rayedaran kirin.
'Ji bo jiyanê têdikoşin'
Girtiya nexweşiya giran Selver Yildirim ku di sala 1999'an de hat girtin û cezayê muebetê lê hat birîn, li girtîgehê bi pirsgirêkên giran ên tenduristiyê re têkoşîna jiyanê dide. Selver Yildirim dema li derve bû çavê wê yê rastê kor bû û ji ber ku ket girtîgehê û dermankirina çavê xwe yê çepê jî nekir ev çavê wê ji sedî 10 kêm dibîne. Ji ber vê sedemê jî bi tena serê xwe nikare pêdiviyên xwe yên bingehîn pêk bîne. Tevî ku di nava 25 salên dawî de gelek girtîgehên ku ew ji bo dermankirinê sewqî wan hatiye kirin jî hene, ji ber ku nexweşî gihiştine asteke giran, tê fêmkirin ku heta niha tu pêşketin çênebûye.
'Nikare bi tenê jiyana xwe ya rojane bidomîne'
Xwişka Selverê têkildarî rewşa tenduristiyê ya xuşka xwe de axivî û got,"Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê neçar ma ji bo dermankirinê biçe gelek girtîgehan. Lê xwişka min ji ber sedemên cuda nehat dermankirin. Di van 25 salan de hat wê astê ku çavên wê bi tevahî kor bibin. Niha çavekî wê kor bûye, ji ber ku tedawiya rast û pêwîst nehatiye kirin û ji ber heman sedemê çavê wê yê ku dibîne jî di warê dîtinê de kêm kiriye. Ji ber vê rewşê xuşka min pêdiviyên xwe bi tena serê xwe bi cih bîne. Bêyî alîkariya hevalên xwe û kesekî din nikare jiyana xwe ya rojane bidomîne."
Banga berdanê
Rojda Yildirim, diyar kir ku divê Selver Yildirim ji ber pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê di girtîgehê de nemîne, anî ziman ku mana Selver Yildirim li girtîgehê li dijî mafên mirovan e û got, “Em heman bangê ne tenê ji bo xwişka xwe, ji bo hemû girtiyên nexweş dikin. Daxwaza min ew e ku di vî warî de di zûtirîn dem de amadekarî bên kirin, girtiyên nexweş bên berdan û şert û mercên dermankirinê bên peydakirin."
Xwarziya girtiya nexweş Rihan Kavak Ozbek a li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê Tuba Demîr, bal kişand ser pirsgirêkên tenduristiyê yên xaltiy xwe ku bi salan di girtîgehê de dijî û binpêkirinên mafan û bang li rayedaran kir ku dengê wan bibihîzin û daxwaên wan pêk bînin..
Bijîşk xwest bi kelepçe muayeneyê bike'
Tûba Demîr, anî ziman ku xaltîka wê ji 3'ê Adara 2016'an û vir ve girtî ye û bi gelek pirsgirêkên tenduristiyê re rû bi rû ye û wiha got: "Xaltîka min a ku beriya pêvajoya girtîgehê ewqas nexweşî pê re nebû, niha ji ber şert û mercên girtîgehê bi gelek nexweşiyan re têdikoşe. Di 11'ê Cotmehê de ew rakirin Nexweşxaneya Bajêr Etlîkê ya Enqereyê, ji bo encamên testa ku beriya kolonoskopiyê hatibû kirin û kolonoskopiya wê bê bişandin. Xaltiya min li wê ji doktor xwestiye ku kelepçeyên di dest wê de beriya muayeneya bê vekirin, lê bijîşk got ku ne hewce ye kelepçe were vekirin. Li hemberî vê rewşê xaltîka min diyar kir ku ev rewş ne li gorî rûmeta mirova ye û bêyî ku agahiyek ji encamên testê bigire ji odeyê derket."
'Di şert û mercên giran de tê girtin û divê bên berdan'
Tuba Demîr, da zanîn ku ji ber gelek sedeman ji ber tahrîkên giran muayenekirina girtiyan hatiye astengkirin, Tûba Demîr, anî ziman ku girtiyan bi zanebûn ji mirinê re hiştine. Tûba Demîr got, “Xaltîka min a ku berê ji girtîgehê ji bo mamografiyê rakirin nexweşxaneyê, ji ber ku destûr neda leşker milê wê bigire, bêyî dermankirin vedigerin girtîgehê. Xaltîka min niha masûlk û damarên wê qut bûne, Ew nexweşek astimê ye û nexweşiya goitera jehrîn pê re hatiye dîtin û emeliyat bû. Bi xaltîka min re herwiha fetqa piştê jî heye û ji ber girseya di pêsîra wê de heye, divê salê carekê mamografiyê bike. Xaltiya min a ku di şert û mercên giran de tê ragirtin divê demildest bê berdan û em dixwazin bi însanî û bi wijdanî nêzî vê pirsgirêkê bibin."